Li Marsîlyayê panela bi mijara ‘Zayendparêziya civakî’

Li bajarê Marsîlya yê Fransa bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê semînerke bi mijara “Zayendparêziya civakî’ hate lidarxisitn.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê semîner û akativîteyan lidar dixin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransa Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, semînerek bi mijara “Zayendparêziya civakî” lidar xist.

Aktivîsta TJK-E Dîlan Malazgirt a di semînerê de axivî, ji çerxa Neolotîkê ve pêvajoya ku jinê jiyayî vegot.

Yekemîn şikestina zayendî ya jinê di demê Sûmeran, şikestina 2’emîn a jinê di olê yek xudayî de derket holê, şikestina 3’ şikestina jinê jî bi hişmendiya zayendperstiya civakî derketiye holê.

Malalzgirt destnîşan kir ku Têkoşîna li dijî zayendparêziya civakî wê li aliyê jinê be û got: “Sîstema serwer a mêr, aborî, civakî û çandî li ser mêr şidetê dike, mêr jî li mal şidetê li jin û zarokan dike.”

Semîner bi banga tevlîbûnê ya ji bo meşa ku wê roja 25’ê Mijdarê roja Şemiyê di saet 14:00’an de li Qada Canabîereyê bê lidarxistin, ve bi dawî bû.