Li Marsîlyayê coşa Festîvala Jinê ya Arîn Mîrkan

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi hezaran kes di Festîvala Jinê ya Arîn Mîrkan de li hev civiyan.

Festîval bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan pêk hat û bi piştgiriya Komuna Jinê ya Ekîn Wan a Marîgnanne, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marîgnanne, veguherî festîvaleke herêmî.

Festîvala ku îsal a duyemîn hat lidarxistin, li Parc du Grand a li navenda bajêr pêk hat. Zêdeyî 2.500 kes beşdarî festîvalê bûn û Hozan Rênas Demhat, koma Alto Vera ya Fransayî derketin ser dikê. 

Di festîvalê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturk jî axivî. Hezer da xuyakirin, ku vîna jinê temînata azadiyan e û destnîşan kir, ku ew ê ti carî li ber koledariya li hemberî wan tê ferzkirin serî netewînin.

Koroya Zarokan a li festîvalê derket ser dikê, rastî eleqeyeke zêde hat. Koma şano ya TEV-ÇAND'ê jî lîstika xwe pêşkêş kir û hunermend Ayfer Duztaş derket ser dikê.

Festîval bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...