Li Madrîdê bi deh hezaran kes li dijî şîdeta li hemberî jinê meşiyan

Bi deh hezaran kesên li Madrîdê civiyan, bi armanca şermezarkirina şîdeta li hemberî jinê meşiyan.

Li paytexta Spanya Madrîdê, li dijî şîdeta li hemberî jinê bi deh hezaran kes civiyan û meşiyan.

Girseya gel dirûşmên "Em hemû ne li vir in, yên mirin e di nava me de nînin" qîriya û li ser banga 400 rêxistinên femînîst dest bi meşê kirin.

Beşdarên çalakiyê yên ji gelek herêmên Spanyayê, bi 300 otobusan hatin Madrîdê. Di vê meşa beriya hilbijartinên 20'ê Kanûnê de nûnerên gelek partiyên siyasî û sendîka amade bûn. Lîderê Podemos Pedro Sanchez û Pablo Îglesîas jî beşdarên meşê bûn.

Ji beşdarên meşê Marîsa Teîjero ya 61 salî da xuyakirin, ku ji ber krîza aboriyê beşeke mezin a jinên xebatkar nikarîne ji kargehê derkevin û tevlî meşê bibin.

Nacho Molîno ya 49 salî jî diyar kir ku tevlîbûna mêran li meşeke li dijî şîdeta li hemberî jinê gelekî girîng e û got, "Ji bo nêrîna mêr bê terikandin, pêwîste mêr hîn bêhtir werin perwerdekirin."

Li gorî daneyên hikûmeta Spanyayê, di sala 2015'an de 41 jin ji aliyê hevser an jî hevalê xwe yê mêr ve hatin qetilkirin. Bi tenê ji sedî 7 ê jinên hatin qetilkirin gilî kiribûn ku rastî şîdetê tên.

Spanya, di têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê de ji aliyê Konseya Ewropayê ve weke welatê mînakdar tê nîşandan. Ji bo vê yekê jî, qanûnên di sala 2004'an de hatin qebûlkirin, xeta telefonê ya bê pere, desteka hiqûqî ya bê pere û rêbazên parastina jinên rastî şîdetê tên, mînak tên nîşandan.

Li Spanyayê, ji Çileya 2003'an heta Gulana 2015'an, 779 jin ji aliyê hevser, hevalê xwe yê mêr an jî partnerê xwe yê berê ve hatin qetilkirin.

Rêxistinên jinê yên femînîst ên Spanyayî, li hemberî şîdeta li dijî jinê, destdirêjiya li kargehan û pêkanînên xerab, banga rêxistinbûyînê dikin.