Li Londonê panela 8’ê Adarê

Li Londonê panela 8’ê Adarê

Li paytextê Îngilîstanê Londonê biboneya 8’ê Adarê Meclisa Jinan ya Roj panelek li darxist. Di panelê de nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Denîz Bîlgen axivî û got, Tevgera Jina Kurd serkeftinên ku 20 salên dawî dayî nîşa kirin, îro mînakeke ji jinên cîhanê re.

Li paytextê Îngilîstanê Londonê biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li Navenda Civaka Kurd ji aliyê Meclisa Jinan ya Roj ve bi dirûşma “Ji Xwişkên Mîrabel heya Rosayê, ji Rosayê heya Sakîneyê, Soza we Soza Me ye, Rêya Rêya Me ye” panelek hate li darxistin. Panela bi mijara “Ji Rosayan heya Sakîneyan Tevgera Jinên Cîhanê û Tekoşîna Jina Kurd” ya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate li darxistin, weke axaftvan nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Denîz Bîlgen û li ser înternetê jî Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut tevlî bû.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Turkan Budak ya li ser navê Meclisa Jinan ya Roj panelê birêve dibe axivî. Budak da diyarkirin ku, wana îsal 8’ê Adarê ji bo qetilkirina sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên ronî kirin, diyarî wan kirin.

Piştî Budak, Denîz Bîlgen mafê axaftinê girt. Bîlgen 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir. Bîlgen destnîşan kir ku, pêwîste em 8’ê Adarê tekoşînê bigehînin asta herî bilind, bikin roja hevgirtina gerdûnî ya jinê. Her çendî ku Tevgera Jinê weke ji Amerîka û Rojava derketibe hatibe fêmkirin jî, jinên Rojhilat jî di dirêjahiya dîrokê de di nava heman tekoşînê de bûn.

Bîlgen da zanîn ku, serkeftina ku Tevgera Jina Kurd di 20 salên dawî de dayî meşandin, îro ji jinên cîhanê re mînakeke. Bilgen diyarkir ku, “Ev sal 20’mîn salvegera avabûna Partiya Jina Azade. Ev ne encamekî hêsan hatiye destxistine. Yê ku Jina Kurd rakir ser lingan Tevgera Azadiya Kurde. Ev jî di encama îdeolojî, sekin û tekoşîna rêheval Saraye.

Qetilkirina rêhevalên me Sara-Rojbîn û Ronahiyê ne tesadufe. Parîs navenda kuştinên siyasiye. Beriya vê pêşengên Cezayîrî, Filistînî û gelên din yên bindest bi heman awayî hatine qetilkirin. Beriya rêheval Sara wana 2 mehan pêşengek jin ya xwişk û birayên me yên Tamîlî li Parîsê hate qetilkirin. Ev komkujiyekî ku cîhan li hember kor, kerr û bê ziman maye.”

Bîlgen anî ziman ku, “Tevgera Kurd bûye hêzek herî xurt ku li hember kapîtalîzma hov berxwe dide. Di vir de role jin dileyîzin pir girînge. Îro li Rojavayê Kurdistanê jinan artêş avakiriye. Li wir jî jin bûne hêzên pêşeng yên şoreşê.”

Bîlgen aşkera kir ku, ew di vê pêvajoyê de bi hêvîne, yê qezenc bike dê gelên bindest bin. Pêwîste di serî de Meclisa Jinan ya Roj bi tevgerên feminist yên Cîhanê re di nava piştevaniyekê de bin û tekoşînekî hevpar armanc bikin. Bîlgen di dawî de bilêv kir ku, tekoşîna hevpar ya jinan ya her çar parçeyên Kurdistanê dê xizmeta yeketiya Kurdan bike.

Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut li ser Skype tevlî panelê bû û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Piştre pêvajoya hevdîtin û di derbarê çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê de agahî dan. Zumrut da zanîn ku, 3’ê Adarê jinan li Amedê bi rengê xwe, dengê xwe û bihêza xwe daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin, weke Meclisa Jinan ya Roj 8’ê Adarê diyarî Sara, Rojbîn û Ronahiyê kirine. Zumrut destnîşan kir ku, nirxên ku jinên Kurd avakirine ji tevayî jinên cîhanê re mînakeke, ji vê demê û pê ve bêhtir rol dikeve ser milê jinan, ew dê di rêya azadî û wekheviyê de tekoşînê bilindtir bikin.

Piştî pirs û bersivan panel bi pêşandana sînevîzyona di tekoşînê de jina Kurd, bidawî bû.