BI DÎMEN

Li London û Parîsê çalakiyên li ser tecrîd û Şengalê

Li London û Parîsê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina qetlîama Şengalê hatin lidarxistin.

Li London û Parîsê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û  şermezarkirina qetlîama Şengalê hatin lidarxistin. Ji çalakiya Londonê re Rexistina Ciwanên Şengalê peyam şandin û di çalakiyê de banga xwedîderketinê ji bo Ocalan hat kirin.  Di çalakiya Parisê de jî hunermendê TEV-ÇAND’ê daxwaziya azadiya Ocalan kirin.

LONDON

Li bajarê Londonê yê Îngilistanê bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad ve bi rasthatina Fermana 74’emîn a li ser Şengalê çalakî hate lidarxistin. Her wiha di çalakiyê de Berîvan Şengal (Dunya Zat Saîd) a ku bû Sembola ciwanên Êzîdî û li Qadên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn. Di çalakiyê de wêneyên berxwedana Şengalê jî ji aliyê Jinên Ciwan ve hatin nîşandan.

Endama Jinên Ciwanên Azad Rojda Sîpan jî li Navenda Civaka Demokratik a Kurd axivî û wiha got; “Tevgera Azadiya Kurd hewldana qetlîama mezin a li ser  gelê Şengalê da rawestandin û ji bo gelê Şengalê hêzên parastinê  ava kir.”

Endamê Koordînasyona Rexistina Ciwanên Şengalê jî bi rêka telefonê beşdarî çalakiye bû û banga xwedîderketina Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Di çalakiyê de belgefîlma qatlîama Şengalê û baweriya Êzîdatiyê jî hat temaşekirin.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê hunermedên TEV-ÇAND’ê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Katedrala Noter Dame çalaki li dar xistin.

Di çalakiyê de ku bi Def û Erbanê ve stran hatin gotin, belavokê bi zimanê Fransî jî hatin belavkirin.