'Li Kurdistanê bi pêşengiya jinan her roj berxwedan e'
'Li Kurdistanê bi pêşengiya jinan her roj berxwedan e'
'Li Kurdistanê bi pêşengiya jinan her roj berxwedan e'
Endama Koordînasyona Partiya Jinan a Azad a Kurdistanê (PAJK) Roza Pinar diyar kir ku nêzîkatî û polîtîkayên hêzên dagirker yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ya li ser jinê bi giştî neguheriye. Pinar da zanîn ku ji ber şerê qirêj yê li herêmê tê ferzkirin şîdet û kuştina jinê didome. Pinar ku pirsên ANF’ê bersivand anî ziman ku li Kurdistanê bi pêşengiya jinê her roj li Kurdistanê berxwedan pêk tê.
Roza Pinar di axaftin xwe de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got li ew hemû jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, silav dike.
Pinar wiha got: “Wek tê zanîn 8’ê Adarê ji bîranîna 129 jinên karker yên di 1857’an de li Chicago ji ber grev kirin hatin qetilkkirin, tê pîrozkirin. Lê beriya vê bûyerê jî ev bi hezaran salane jin bê navber li ber xwe dide”.
JINAN BERXWEDANEK MEZIN NÎŞAN DA
Roza Pinar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji roja ku 8’ê Adarê het îlankirin heta niha şerên mezin pêk hatin. Faşîzm, qirkirin, zayenperest û endustriyalîzmê êşên mezin bi gel dan ferzkirin. Herî zêde jî jin û zarokan kişand. Tevgerên jinan li dijî zext û tundiyê têkoşîneke girîng û watedar dan meşandin. Di vê mijarê de jinan bedena xwe dan holê û bedelên mezin dan. 8’ê Adarê ji aliyê jinan ve wek roja berxwedanê tê pêşwazîkirin. Jin daxwazên xwe tînin ziman. Ya herî girîng jî li dijî newekevî û bê edeletê têdikoşin. Ji ber vê 8’ê adarê di vê çarçoveyê de tê pêşwazîkirin. “
Pinar destnîşan kir ku 8’ê Adarê ligel ku li Kurdistanê berxwedanê bilind bike û bi jinên cîhanê re bikeve nava piştevaniyê, roja vejîna nû ya têkoşîna azadiya jinê ya di warê felsefîk û dîrokî de ye. Pinar wiha got: “Rêbertiyê ku jin cara yekemîn wek çîn, netew û mêtîngeriyê bi nav kir, nirxanên xwe yên berfireh û kurd îro jî pêk aniye û derfet daye jinê ku bi rastiya xwe re bê rû hev. Li Kurdistanê şer, dagirkeriyê bandorek mezin li ser jinan kiriye. Hêzên serdest ji bo bigihijên hedefa xwe jin wek amûrekê bi kar anîne.”
JINÊN KURD HEDEF HATINE GIRTIN
Pinar da zanîn ku hêzên mêtînger, îşkenckar û tecawîzkar jinên kurd hedef girtin û di dîroka Kurdistanê de li dijî zext û tundiyên li ser jinên, bi hezaran jinan întîxar kiriye û got: “Jinên kurd ji bo nebin ganîmeta şer, hebûna xwe biparêzin, rumeta xwe bi parêzên gelek caran xwe ji cihên bilind de avêtine, xwe avêtine çeman û mirin tercîh kirine. Li dijî hêzên dagirker bê deng nemane û berxwedaneke mezin nîşan dane. Jinên kurd, afrînera ehlaq û çanda xwedawendan e. Ev nasnameya ku jinên kurd li ser digerînin ligel hemû zextan heta roja îro anîne.
LI ROJHILATA NAVÎN Û KURDISTANÊ NÊZÎKATIYA ZAYENDPEREST DIDOME
Pinar destnîşan kir ku ne mumkune ku mirov behsa guherîneke tevahî ya di nêzîkatî û polîtîkayên dagirkeran bike û got: “Berovahî vê bi vê şerê qirêj yê tê ferzkirin tundî û şîdeta li ser jinê didome. Ji roja ku AKP hatiye ser desthilatdariyê heta niha polîtîkayên tundiyê yê li hemberî jinê bi awayekî sîstematîk didome. Di salên dawî de di kuştinên jinan de ji sedî 1400 zêdebûneke heye. Yanî li Tirkiyeyê rojê 5 jin tên kuştin. Li dijî kuştina jinê bê deng in. Bê guman nêzîkatî û usluba Erdogan û AKP’ê di vir de gelek bi bandor e. polîtîkayên AKP’ê kuştina jinan rewa bike.”
Pinar di berdewamiya axafatina xwe de wiha got: “Têkoşîna me ya ku bi pêşentiya PKK’ê û tevgera azadiya jinê tê meşandin îradeya jinê derxistiye holê û rêxistinbûn zêde kiriye. Heta bi Kurdistanê sînor nemaye û li hemû herêmê bandar kiriye. Li dijî feraseta serdest ya mêr bûye hêz û rola xwe lîstiye. Jinên kurd ji nav çar dîwaran derketin û li qadan, kolanan û çiyan dengê xwe bilind kirine.”
KOMKUJIYA PARÎSÊ LI DIJÎ RASTIYA JINA AZAD BÛ
Roza Pinar bal kişand ser komkujiya Parîsê û diyar kir ku di şexê hevala Sakîne, Rojbîn û Ronahî de rastiya jina azad hatiye hedef girtin û got: “Bi komkujiya Parîsê hêzên komploger, AKP û cemata Gulen hedef kirin ku îradeya kurdên azad bişikînin. Ji ber vê jî li pey tolê ne.”
Pinar wiha got: “Di salên dawî de bi pêşengiya tevgera me kampanys, çalakî û hemleyên girîng pêk hatin. Bi pêşengiya jinên kurd pêvajoya ‘Jin jiyan e, jiyanê nekuje’ di 8’ê adara 2009’an de dest pê kir û bi kampanyaya ‘Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’ berdewam kir. pitşre di 8’ê adara 2010’an de ‘Em têkoşîna xwe bilind bikin- çanda tecawîzê ji holê rabikin’ berdewam kir.”
Pinar da zanîn ku cihana kul ê dijîn ne cîhaneke aydê jinan e û got: “Li tu derê cîhanê jin tune. Jin ji hemû qadan hatine derxistin. Şens ji bo wan nehatiye nasandin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka jinê ya mêr e jî.”
Pinar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wekê Partiya Jinên Azad a Kurdistanê û milîtanên wê 8’ê Adara 2013’an û bihara wê bi şoreş, serkeftin û azadiyê pêşwazî dikin û coş û morela vê dijîn. Pinar wiha got: “Di esasa xwedî derketina li heval Sara, Rojbîn û Ronahî de divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”