Li Kophenag û Hannoverê êrîşên li dijî Rojav hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava li bajarê Kophenag ê Danîmarka û Hannover ê Elmanyayê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kophenag ê Danîmarka û Hannover ê Elmanyayê hatin protestokirin.

KOPHENAG

Li qada Radhûîsplads ya bajarê Kophenag ê Danîmarkayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Girseya li Radhûîspladsê hatin ba hev, bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl TC“, “Qatîl û terorîst Erdogan“ berz kirin.

Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyên de danezan bi zimanê Îngilîzî û Danîmarkî hat xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehid namirin” bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi mîtîngekê hat protestokirin.

Mîtîng bi pêşengiya PYD û Kongra Star a Hannoverê ve hat lidarxistin. Mîtînga li qada Trenê ya Navendî a Hannoverê hat lidarxistin de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di mîtîngê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehid namirin”, “Qatîl TC“ û “Qatîl û terorîst Erdogan“ hatin berzkirin.

Di mîtîngê de li ser navê SMJ-E, PYD-Hannover, Meclîsa Jinan a Ronahî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurda a Honnover û Zora Hildesheîm axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya raya giştî hate şermezarkirin û banga geşkirina têkoşînê hat kirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî “ bi dawî bû.