Li Komara Adigey pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li Komara Adigey pîrozbahiya 8’ê Adarê

Jinên Kurd yê li Komara Adigey jiyan dikin bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li  Komala Çanda Kurdî a Agirî hatin cem hev.

Jinên Kurd yê li Federasyona Rûsyayê Komara Adigey jiyan dikin ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şeva din li Komala Çanda Kurdî a Agirî di şahiyekê de hatin cem hev. Şahiya ku ji hêla organizasyona jina ve hatibû amadekirin de jinên heremê bi baldariyek mezin beşdar bûn. Di şahiyê de rêvebira organizasyona jina Larîsa Kemal li ser wate û girîngiya rojê ji beşdarvanan re axaftinek kir. Kemal di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya jina û got: “pêwîste jin her rojê bi coşa 8’ê Adarê jiyan bikin. ji ber ku di vê rojê de jin bi rola xwe ya di nav civakê dihese. Ji ber vê yekê pêwîste em jin hemû roja ji xwe re bikin 8’ê Adarê.”

Pîştî axaftinê şahî bi xwendina helbest û sitrana berdewam kir. Gelek hûnermendên jin yên herêmî beşdarî şahiyê bibûn. Şahî bi sitran û govendê heya derengê şev berdewam kir.