Li Kîelê rejîma Îranê hat protestokirin

Ji ber hewldana tecawizkariyê ya endamên îstîxbarata Îranê li jina Kurd Ferînaz Xosrewanî, ku Xosrewanî dema hewl da xwe rizgar bike jiyana xwe ji dest da, rejîma Îranê li bajarê Elmanya Kîelê hat protestokirin.

Ji ber hewldana tecawizkariyê ya endamên îstîxbarata Îranê li jina Kurd Ferînaz Xosrewanî, ku Xosrewanî dema hewl da xwe rizgar bike jiyana xwe ji dest da, rejîma Îranê hat protestokirin. Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kîelê dijîn bi vê armancê çalakiyek lidar xistin. Çalakgerên li Asmûs Bremer Platzê hatin cem hev, banga xwedîderketina li Xosrewanî kirin û hovîtiya dewleta Îranê ya li hemberî jinê şermerzar kirin.

Di axaftinên li vir de hat gotin, "Rejîma Îranê naxwaze jin xwe biparêzin, yên xwe diparêzin jî weke Reyhane Cebariyan bi darve dike. Îran yek ji dewletên ku li hemberî jinê şîdeteke hov û sîstematîk a ji gelek aliyan ve dimeşîne. Dijminatiya dewleta Îranê ya li jinê her dewam e. Dewleta Îranê ku li her deverê hêzên Besîc bicih kiriye û haya xwe ji her liv û tevgerê heye, gava mijar şîdeta li hemberî jinê be çavên xwe digire û ji nedîtî ve tê. Di serî de jinên Kurd em bang li hemû jinên Îran û cîhanê dikin ku li hemberî vê hovîtiyê helwestê nîşan bidin."

Di çalakiyê de bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û der barê mijarê de raya giştî hat agahdarkirin.