Li Kîelê komuna jinan hat avakirin
Li bajarê Elmanya Kîelê, komuna jinan hat avakirin.
Li bajarê Elmanya Kîelê, komuna jinan hat avakirin.
30 jinên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê hatin cem hev, komuna xwe ava kirin.
Di civînê de jinan koordînasyonek ji 5 kesan jî hilbijartin. Ji bo berdevkiya koordînasyonê Ayşe Fehîmlîkûzû hat hilbijartin.
Fehîmlîkûzû di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku komun yek ji hîmên bingehîn ên jiyana civakî demokratîk e û got, "Ji ber vê yekê divê em jin li qada jiyana civakî hîn bêhtir çalak bin û xwe bigihînin asta pêşengiyê." Fehîmlîkûzû bang li jinên li Kîel û derdora wê dijîn kir ku cihê xwe di nava komunê de bigirin.