BI DÎMEN

Li Kîel û Aûrîchê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Jin li bajarên Kîel û Aûrîch ên Elmanyayê daketin kolanan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakî li dar xistin û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin.

KÎEL

 

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, Komuna Jinê ya Kîelê, Meclîsa Jinê ya Elewiyan û Yekgirtina Jinên Sosyalîst li ber Parlamentoya Schleswig Holstein civiyan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakiyek li dar xistin.

Jinan her wiha dosyayek têkîldarî êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî îradeya gelê Kurd jî radestî parlamentoyê kirin.

AÛRİCH

 

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê jî bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li navenda bajêr hat lidarxistin, têkîldarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyanî hat xwendin.