Li Kerkûkê semînera 25'ê Mijdarê
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, li nahiya Dibs a Kerkûkê, RJAK'ê semînerek lidar xist. Mêr jî tevlî semînerê bûn.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, li nahiya Dibs a Kerkûkê, RJAK'ê semînerek lidar xist. Mêr jî tevlî semînerê bûn.
Semîner li pirtûkxaneya giştî ya Dibsê pêk hat. Endamên RJAK'ê Nazenîn Mihemed û Elfiye Îbrahîm li semînerê axivîn û qala pirsgirêkên rêxistinî yên jinê û rê û rêbazên avakirina jiyana civakî kirin.
Jin û mêrên beşdarî semînerê bûn mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe li ser mijarê bilêv kirin.
Berpirsyara RJAK'ê ya Dibsê Elfiye Îbrahîm got, "Ez şîdeta li dijî jinê şermezar dikim. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe. Heta ku jin azad nebe, Kurdistan azad nabe.