BI DÎMEN

Li Kerkûkê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin

RJAK’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi sernavê “Rola jinan di civaka Kurd de” li Kerkûkê panelek li dar xist.

Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çalakiyên xwe yên çandî û hunerî didomîne. RJAK’ê îro bi hevkariya Eywana Şeqamî Cimhûrî li Kerkûkê bi sernavê “Rola jinan di civaka Kurd de” panelek ji bo nivîskar û pêşmergeya dêrin Rûnak Mecîdê li dar xist. Di panelê de pirtûka “Jin, Jiyan, Azadî” li beşdaran hate belavkirin.

Di panelê de behsa azadî û mafên jinan û hegemonyaya pergala kapîtalîst û baviksalar a li ser jin û civakê hate kirin û rol û pozîsyona jinan a di nav gelê Kurd de hate nirxandin.

Nivîskar û pêşmergeya dêrin Rûnak Mecîd têkildarî panelê axivî û got: “Ji bo Kerkûkê girîngiya panelên bi vî rengî heye. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê pîroz dikim. Di vê rojê de mafê jinan pêk hat, jin jî wek hemû bûnewerên din têkoşîna xwe didomînin.”

Rûnak Mecîdê bal kişande ser rola jinan û wiha domand: “Ji ber ku jinan nekariye dîroka xwe binivîsin, vê yekê wisa kiriye ku dîroka têkoşîna jinan bi veşartî bimîne. Ev yek kêmasiyeke mezin e. Ew têkoşîn û xebat û keda jinan ku di pêşvebirina civakê de rola wê hebûye, nehatiye nivîsîn. Eger em behsa dîroka mirovahiyê bikin, malbat wekî niha nebûn; berevajî, ya ku her kes kom dikir, dayik bû, jin bû. Jin bûnewereke adil e, cudahî nexistiye navbera zarokên xwe çi kur be, çi keç be.”

Rûnak Mecîdê bal kişand bi ser pergala kapîtalîst a ku dixwaze civakê bixe bin kontrola xwe û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kirin: “Pergala kapîtalîst çi qas hewl dide civakê bixe bin kontrola xwe, ew qas jî hewl dide ku hemû qezencan ji bo xwe kom bike da ku rêveberiyê ji destên jinan bigire. Rola jinên Kurd a di têkoşîn û pêşvebirina civakê de pir mezin e, li gorî hin zihniyetan jinên Kurd tenê di malê de bûne, lê belê rastî ne wisa ye. Roleke jinên Kurd a mezin hebûye di gundan de, rola wan di pêşvebirina aborî, dahênan, cotkarî, çandinî û gelek pîşeyên din de hebûye. Her wiha erka rêxistinkirina malbatê û perwerdekirin û parastina zarokan li ser milên wan bûye.”

Rûnak Mecîdê behsa Xatûn Zadînayê kir ku di Keleha Dimdimê de çawa li ber xwe daye û di vê der barê de ev tişt anîn ziman: “Xatûn Zadîna di şerê Keleha Dimdimê de hemû jinan kom dike û ji wan re dibêje ku ‘eger Şah Ebas êrîşî ser herêma me bike û dagir bike, du rê li ber me hene: şerkirin yan jehrxwarin.’ Di dawiyê de Xatûn Zadîna ji bo ku nekeve destê dijmin, xwe ji ser Keleha Dimdimê avête xwarê.”

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya panelê de beşdaran pirsên xwe ji panelîstan kirin û piştre xelata rêzlêgirtinê bi Rûnak Mecîdê hate bexşandin û pirtûka “Jin, Jiyan, Azadî” yê ku Akademiya Jineolojiyê amade kiribû, li beşdaran hate belavkirin.