Kurdên li bajarê Swêd Karlstadê dijîn, ji bo êrîş, darvekirin û zextên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî jin, Kurd û muxalîfan tên kirin protesto bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd ên li Mahabadê rabûn ser piyan, konê agahdarkirinê vedan.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 14 gulanê 2015, 07:25
Kurdên li bajarê Swêd Karlstadê dijîn, ji bo êrîş, darvekirin û zextên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî jin, Kurd û muxalîfan tên kirin protesto bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd ên li Mahabadê rabûn ser piyan, konê agahdarkirinê vedan. Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî êrîşa li hemberî Ferînaz Xosrewanî hatiye kirin bi mîtîngekê hat protestokirin.
Li Qada Storatorget a Karlstad kon hat vedan û alên PJAK, KJAR, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha wêneyên jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ku ji bo xwe ji tecawizê rizgar bike ji qata 4’an a hotelê xwe avêt, hatin daliqandin. Her wiha di çalakiyê de belavokên ku zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd vedibêjin hatin belavkirin.
Çalakiya ji aliyê PJAK û KJAR’ê ve hat rêxistinkirin, di çapemeniya herêmî û Radyoya Dewletê ya Swêdê de jî cih girt. Jina ciwan Vivan Alîpour ku beşdarî çalakiyê bû, ji radyoya Dewletê ya Swêdê re diyar kir ku wan bi armanca piştevaniya jinên ku li Mahabad û Rojava têdikoşin ev çalakî pêk anîne û got: “Em li aliyê kesên ku li Rojhilata Navîn rastî êrîşan tên cih digirin. Em li dijî zext û êrîşên sîstematîk ên li ser jinan, têdikoşin.”
DRESDEN
Li bajarê Dresden a Elmanyayê jî êrîşa li dijî Ferînaz Xosrawanî hate protestokirin. Mîtînga li Dr. Kulzring Alstdadt hat kirin ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Dresden û Însiyatîfa Jinên Kurd ve hat kirin. Komên çep ên Elman Außer Kontrolle û tevgera penaberan piştgirî dan çalakiyê û di çalakiyê de daxuyaniya KJAR’ê bi Elmanî û Kurdî hat xwendin. Ji rêxistinên çep ên Elman û aktîvîsteke Îranê axivî û dijminahiya jinê ya rejîma Îranê protesto kir.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên ‘Jin, jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana Rojhilat’, ‘Em terora dewleta Îranê şermezar dikin’ hatin berzkirin.