Li Îzmîrê ji jinan li hember kesayetê desavêt û destdirêj erka xweparastinê

Li Îzmîrê jinan li hember kesayetê ku destavêtiyê zarokekê û gefê li jinan dike, erka xwe parastinê pêk anîn.

Komek jinên li Îzmirê erka xweparastinê pêk anîn,kesê bi navê F. G. yê li hemberî zarokekê êrîşa zayendî pêk anî û bi gefê xwest bi jinan re têkîliyê dîne, teşhîr kirin.

Jinan destpêkê bi telefonê bang li kesê mijara gotinê kirin û dest danîn ser telefona wî, peyamên wî lêkolîn kirin. Piştre kesê ku xwest êrîşî jinan bike, li ser vê jinan ketin erka xweparastinê, lê xistin û bi dîmen kişanê jî, teşhîr kirin. Jinan eşkere kir ku ev kes heta niha destdirêjî û destavêtina gelek jin û zarokan kiriye, li ser giliyên welatiyan, wan serî li vê riyê daye û F. G. teşhîr kirine.

Di dîmenên ji hêla jinan ve hatiye kişandin de F. G. ji jin û zarokan lêborînê dixwaze û soz dide ku wê ji îro û şûn ve careke din tiştekî wisa neke.