Li Îdirê mitînga 8’ê Adarê
Li Îdirê mitînga 8’ê Adarê
Li Îdirê mitînga 8’ê Adarê
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)'ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Îdîrê mitîng pêk anî. Di mîtîngê de Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan got: "Jinên rêzdar min ji Îmraliyê silavên Birêz Ocalan ji were anîne. Min ji wir Silavên Birêz Ocalan ji we re anîn. Birêz Ocalan got 'Gelê ku jinên wî ne azad be ew jî azad nabe' Em ji bo vê yekê li qadan in.
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)'ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi silogana "Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me, rêya we rêya me ye" li Qada Şaredariyê mitîng pêk anîn. Di mitîngê de Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Cîgira Şaredarê Îdirê Çîgdem Yilmaz, Endamên jin ên Meclisa Giştî ya Bajar jî amade bûn.
Jinên hatin qata mîtîngê di 3 nokteyên lêgerînê re derbas bûn. Jinan bi cilên gelêrê û rengên kesk, sor û zer qada mîtîngê xemilandin. Jinan li qadê dowîzên "Jin jiyan azadî", "Ji tacîz û tecawizê re na", "Jina bi rêxistin civaka bi rêxistine" bilind kirin. Jinan dîsa pankarta "Ji çanda tecawiz û tacîzê re na" û "Ji çavkaniya jiyana me roja me re nebin sî" û wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Fidan û Lelya hatin vekirin. Lê polîsan bi hinceta "Qedexe ye" wêne komkirin. Li ser baniyan polisan sekvan danîn û li derdora mîtîngê tedbîrên awarte girtin.
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre helbestên Cegerxwin hatin xwendin. Cîgira Şaredarê Îdirê Çîgdem Yilmaz, 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn û wiha got: "Jin bi hêrsek mezin 8'ê Adarê pîroz dikin. Em dixwazin ji jinên Kurd re statû bê naskirin. Em dê têkoşîna azadiyê ya Sakine, Leyla û Fidan li qadan bilind bikin. Piştre Hunermend Havîn derket kolanê.
'CIVAKA KU JIN LÊ NE AZAD BE EW JÎ NE AZAD E'
Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî di mitîngê de bang li MHP û CHP'ê kir û wiha got: "Hûn jî di vê pêvajoya aştiyê de rol û mîsyona xwe bi cih bînin. Ji bo xwîn bê rawestandin hûn jî destê xwe têxin bin kevir û wiha got: "Jinên rêzdar min ji Îmraliyê silavên Birêz Ocalan ji were anîne. Ez çûm Ew dît û min ji wir Silavên Birêz Ocalan, ji we re anîn. Birêz Ocalan got 'Gelê ku jinên wî ne azad be ew jî azad nabe' Em ji bo vê yekê li qadan in. Di têkoşkîna azadiyê de jin di refê pêş de cih digirin. Îro tevgera azadiya jinê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve hat destpêkirin, li hemû qadan belav dibe û jin di pêş dene. Jin li her derê bi reng û dengê xwe diqirin. Birêz Ocalan rê li pêş vê yekê vekir. Em dîsa spasiyên xwe tînin ziman. Em ji Birêz Ocalan spasiyen xwe tînin ziman. Em silaven xwe ji hemû jinên ku di vê dozê de têkoşînê didi re dişînin."
Buldan anî ziman ku, jin heta gihiştin îro rastî gelek zext û zordarî û tundiyê hatin û wiha berdewam kir: "Em dê nebin koleyê zilam. Em destûr nadin ku zilam li ser jinê siyasetê bikin. Em jin li dijî vîna xwe zewacê qebûl nakin. Divê jin bi vîna xwe tev bigere û siyasetê bike. Divê her kes ji vîna jinê re bi hurmet be. Em bi êşên mezin hatin îro. Em wekî jinan qet û qet dest ji têkoşîna azadiyê bernadin. Em soz didin hevalên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane.
BIRÊZ OCALAN LI ÎMRALIYÊ BINGEHÊ AŞTIYA BI RÛMET AVA DIKE'
Buldan bal kişand ser hnewldanên Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Bila gelê Kurd û hemû kes baş zanibe ku Birêz Ocalan li Îmraliyê bingehê aştiyek xurt ava dike. Divê em hemû li pişt vê yekê rawestin. Divê em hemû piştgiriyê bidin vê pêvajoya aştiyê. Birêz Ocalan aştiya bi rûmet ava dike. Sedsala 21'an dê bibe azadiya hemû ziman, nasname û nirxên gelan. Dê hemû gel bi ziman, nasname û rengê xwe bijîn. Dê Ocalan bigêje azadiya xwe. Em dê li pişt Birêz Ocalan bin. Kesên bixwazin vê pêvajoyê tevlî hev bikin dê hebin. Lê em dê destûrê nedin vê yekê. Divê gelê Kurd girêdan û xwedîderketina li Ocalan di Newrozê de aşkere bike. Em ji niha ve Newroza gelê xwe pîroz dikin."
Mitîng bi sitranên Hunermend Rojbîn bi dawî bû.