BI DÎMEN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya cejnan tê kirin

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe didin û amadekariya rojiyê, Cejna Remezanê, Roja 8’ê Adarê û cejna Newrozê dikin.

AMADEKARIYÊN JI BO CEJNAN

Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her wiha bi hemû teknîka xwe ya giran sivîlan dike hedef û wan qetil dike. Li beramberî vê yekê hêrsa gelê herêmê van êrîşan vala derdixe û bi brexwedanî jiyana xwe didomînin. Şêniyên li herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji xwe re nakin kelem û rojane xebatên xwe pêk tînin. Li bajarê Qamişloyê liv û tevgera amadekariya meha rojiyê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 21 Adarê Cejna Newrozê tê kirin.

‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê CEJNÊN XWE PÎROZ BIKIN’

Firoşkerê bi navê Fixredîn Mûrad, da zanîn ku ew meha Adarê ji bo 8’ê Adarê çalakî pêk tînin û 21’ê Adarê Cejna Newrozê pîroz dikin û got, “Îsal meha rojiyê û cejna Remezanê jî dikeve meha Adarê. Li gorî salên bihurî her çend cejin ne mîna berê bên pîrozkirin jî, tevî êrîş û windahiyên mezin jî gel careke din bi kêfxweşî dest bi amadekariya xwe kiriye. Cejna Newrozê cijnek ji serdema dapîr û bapîrên me ne. Ji bo gelê Kurd bûye kevneşopî. Çi dibe bila bibe ev cejn tê pîrozkirin.”

Fixredîn Mûrad, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên leşkerî û şerê taybet hewl dide her tim bêaramiyek li herêmê çêbike û got ku şêniyên herêmê li dijî şerê taybet û leşkerî îradeya xwe diparêz in û xwedî li siberoja xwe dertên.

‘EM HÊZA XWE JI ŞEHÎDAN DIGIRIN’

Şêniyê bi navê Ehmed Hesen, jî diyar kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî, gel bi tevgerek xweş cejnên xwe yên di miha Adarê de pêşwazî dikin. Ehmed Hesen, da zanîn ku gel amadekariya xwe ya ji bo cejna Newrozê, 8’ê Adarê û cejna Remezanê dikin û wiha got, “Em dixwazin cejnên xwe di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin. Dijmin dixwaze bi êrîşên xwe aramiya me xirab bike. Lê êrîşên dewleta Tirk bandora xwe li me nake, em her tim hêza xwe ji şehîdên xwe digrin û jiyana me ranaweste.”

Hesen, cejna Newrozê, roja 8’ê Adarê û cejna Remezanê li tevahiya dayikên şehîdan pîroz kir û got ku divê gel bi coştir cejnên xwe pêşwazî bikin.