Hilbijartinên Elmanyayê: Friedrich Merz serketina CDU/CSU’yê îlan kir û AfD bû duyemîn

Di hilbijartinên Elmanyayê de Olaf Scholz têkçûna xwe qebûl kir, Friedrich Merz serketina tifaqa CDU/CSU’yê îlan kir. AfD’ê rêjeya dengên xwe du qatan zêde kir û dengê xwe dexist ji sedî 20’an.

Encamên yekemîn ên hilbijartinên parlamentoya Elmanyayê diyar bûn. Tê payîn ku encamên fermî di saetên pêş de bên eşkerekirin.

Li gorî encamên destpêkê, tê payîn ku partiya muhafezekar CDU/CSU ji sedî 29 deng wergirtiye û bûye partiya yekemîn. Tê payîn ku Friedrich Merz bibe serokê Elmanyayê.

Tê payîn ku Partiya Alternatîf a ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir bi rêjeya ji sedî 20 wê bibe duyemîn; bi vê rêjeyê re dengê xwe ji hilbijartina 2021’an (ji sedî 10,4 girtibû) du qatan zêdetir kir.

Tê payîn ku Partiya Sosyal a Demokrat (SDP) ya li desthilatdariyê ye bi rêjeya ji sedî 16’an wê bibe partiya sêyemîn. Ev encam ji bo wê encama herî xirab a hilbijartinên federal e.

Hem FDP a lîberal û hem jî tifaqa Sahra Wagenknecht pir nêzîkî benda ji %5 a hilbijartinê ne.

Di hilbijaritanê de CDU/CSU %28,9, AfD %19,7 deng wergirt. Piştî wan SPD ji sedî 16,1 û Keskan jî bi sedî 13,2 tên. Dengê Partiya Çep ji sedî 8,6 e. FDP (%4.9) û BSW (%4.8) deng wergirtin û bi vê rêjeyê wê karibin bikevin Meclîsa Federal a Elmanyayê (Bundestag)

SCHOLZ TÊKÇÛNA XWE QEBÛL KIR

Li gorî texmînan, SPD di hilbijartinên federal de bû sêyemîn û ev jî ji bo wê tê wateya encama herî xirab.

Serokwezîr Olaf Scholz (SPD) bertek nîşanî texmînên ewil ên hilbijartinê da û got: “Ev encam ji bo SPD’ê encameke xirab e û di heman demê de têkçûna hilbijartinê ye.”

Hevserokê SPD’ê Lars Klingbeil diyar kir ku partiya wî ji ber encamên nebaş ên hilbijartinên parlamentoyê ew matmayî ne û got: “Ev encameke dramatîk û têkçûnek ku em ne li bendê bûn.” Klingbeil behsa qutbûna ji SPD’ê kir û got ku partî, divê hem ji aliyê bernameyê û hem jî ji aliyê kesayetî ve ji nû ve bê birêxistinkirin.

MERZ SERKETINA XWE ÎLAN KIR

Friedrich Merz weke yekîtî, CDU û CSU di hilbijartinên 2025’an de bi ser ket.

Merz wiha got: "Ez di ferqa berpirsyariya ku dikeve ser milê min û mezinahiya erka ku li benda me ye, de me. Ez vê yekê bi hurmeteke mezin pêşwazî dikim û dizanim ku wê ne hêsan be."

Merz anî ziman ku divê êdî hevdîtin dest pê bikin û wiha domand: "Beriya her tiştî, ew ê demildest li Elmanyayê hikûmeteke kêrhatî û parlamentoyeke pir rengîn ava bikin. Cîhana derve ne li benda me ye, ne li benda hevdîtinên dirêj ên koalîsyonê ye (…). Ji bo li Ewropayê dîsa em hebin û di hundir de tiştên divê bên kirin, ew ê bi lezgînî têxin meriyetê.”         

AfD’Ê DENGÊN XWE DU QATAN ZÊDE KIR

Seroka AfD a rastgir Alice Weidel danê êvarê daxuyaniyek da û diyar kir ku partiya wê li gorî anketên destpêkê ji sedî 19,5 û 20'ê dengan stendiye û wiha got: "Em ti carî li seranserê welat ewqasî bi hêz nebûbûn.”

DIE LINKE DENGÊ XWE BILIND DIKIN

Die Linke bi rêjeya ji sedî 8,5 dengan 62 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.