Ji Trump biryarek dijî hawirdorê
Serokê DYE’yê Donald Trump roja duşêmê biryarnameyek îmza kir û biryara ji bo di saziyan de qutiyên plastik neyên bikaranîn, betal kir.
Serokê DYE’yê Donald Trump roja duşêmê biryarnameyek îmza kir û biryara ji bo di saziyan de qutiyên plastik neyên bikaranîn, betal kir.
Trump li Qesra Spî daxuyanî da û got, "Em dubare vedigerin amûrên plastik."
Trump amûrên vexwarinê yên kaxiz rexne kir û got, "Ev tişt kêr nayên. Min çend caran ceriband, carinan dişken, carinan jî diteqin."
Trump germbûna gerdûnî wek, "xapandin" dibîne û tê zanîn ku di sektora enerjiyê de dixwaze hilberîna petrol û gaza xwezayî zêde bike.
QIRÊJIYA PLASTÎKÊ
Hilberînên plastîkî yên yek carî, wek sedema qirêjiya okyanûsan tê dîtin. Ev amûrên ku paş de nayên vegerandin, xisarê dide jiyana zindiyên behrê û pirsgirêkên hawirdorê yên kurevî kûrtir dike.
Serokê berê Joe Biden armanc dikir ku heta sala 2035'an li saziyên federal amûrên xwarin-vexwarinê yên plastîkî ji holê rake û qedexe bike.