Tenê 10 welatan stratejiyên xwe yên avhewayê aşkere kirin

Hat diyarkirin ku tenê 10 welatan di nav dema diyarkirî de stratejiyên xwe yên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kirine.

Li gor Daneyên Avhewayê yên Neteweyên Yekbûyî, ji 200 welatên ku di sala 2015'an de Peymana Parîsê îmze kirine tenê 10 welatan di nav dema diyarkirî de stratejiyên xwe yên nûjen yên navneteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî kêmkirina gaza serayê pêşkêş kirine.

Brîtanya, Swîsre û Brezîlyayê planên xwe yên nû pêşkêş kirine, lê în Hindistan û Yekîtiya Ewropayê ku bi rêjeyeke zêde karbonê diafirînin hîn belgeyên xwe pêşkêş nekirine. Divê heta dawiya salê ev welat belgeyên xwe teslîm bikin.

Rewşa Amerîkayê jî hîn tevlihevtir e. Ji ber ku Donald Trump ji Peymana Parisê vekişiya û bi îhtîmaleke mezin plana ku serokê berê Joe Biden pêşkêş kirî dê betal bibe.

Serokê Nivîsgeha Çavdêriya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî Simon Stiell, wiha axivî: “Da ku ev plan di asta herî baş de bên pêşkêşkirin em dikarin hinekî din wext bidin."

Li gor Climate Action Trackerê asta piraniya planên heta niha hatine pêşkêşkirin nebaş e. Tenê plana Brîtanyayê wek "baş" nirxandin.

Pisporan bal kişand ser rîska zêdebûna guherîna avhewayê û bang li serokên cîhanê kirin ku divê di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de dereng nemînin û gavên xurttir û şênbertir biavêjin.