Ji 19 baroyan bertek: Em ê dev ji parastina vîna demokratîk bernedin
19 baroyan, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê dan û gotin: “Em ê dev ji parastina vîna demokratîk bernedin.”
19 baroyan, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê dan û gotin: “Em ê dev ji parastina vîna demokratîk bernedin.”
Baroya Amed û Stenbolê jî di nav de 19 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê dan. Baroyan anî zima ku ew bi xemgînî pêvajoyeke ku serdestiya hiqûqê û vîna gel tine dihesibîne dişopînin û gotin: “Li Hevşaredarê Şaredariya Qaxizmanê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgê hat birîn. Piştî vê berî pêvajoya hiqûqê bi dawî bibe, li şaredariyê qeyûm hat tayînkirin. Ev rewş fikarên me zêde dike ku daraz tê siyasîkirin û wekî amûrekê tê bikaranîn.”
Baroyan diyar kir ku di dewletên hiqûqê yên demokratîk de vîna gel çavkaniya sereke ya rewabûnê ye û got: “Divê saziyên rêveberiyên herêmî rasterast ji hêla nûnerên gel bi xwe hilbijartinê ve bên birêvebirin. Lêbelê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê, tê wateya tinehesibandina vîna gel û serdestiya hiqûqê. Serxwebûn û bêalîbûna darazê hêmanên bingehîn ên civaka demokratîk in. Lê belê di demên dawî de zêdebûna zextên siyasî bi taybetî li ser rêveberiyên xwecihî, zirer daye rêgezên ewlekariya hiqûqê û di wijdanên gel de birînên kûr vedike. Tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Qaxizmanê jî rûdanek ya vê hişmendiyê ye. Ev mudaxeleyek li dijî tercîha gel e. Em ê ti carê dev ji parastina vîna demokratîk bernedin.”
Baroyên hevpar daxuyanî dane wiha ne: “Baroya Semsûrê, Baroya Antalya, Baroya Agirî, Baroya Dîlokê, Baroya Çewlgê, Baroya Bedlîsê, Baroya Amedê, Baroya Êlihê, Baroya Colemêrgê, Baroya Îdirê, Baroya Îzmîrê, Baroya Stenbolê, Baroya Qersê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Dersimê û Baroya Wanê.”