Îrmez: Li Çiyayê Gabarê xweza tê talankirin

Li Gabarê di bin navê lêgerîna li petrolê de xweza tê talankirin. Parlamenter Zekî Îrmez got, petrola ji Gabarê tê derxistin tenê bersivê dide tenê ji sedî yek ê pêwîstiya Tirkiyeyê, lê li gel vê yekê jî xisareke mezin li xwezayê tê kirin.

TALANKIRINA XWEZAYA LI GABARÊ

Lêgerîna li petrolê ya li Çiyayê Gabarê ku di sala 2021'ê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve weke mizgîniyekê hate ragihandin, her roj hîn bêhtir xwezayê talan dike. Li herêmê dînamît têne teqandin û bi dehan dar têne birîn. Ev herêma ku timî weke 'herêma ewlekariya taybet' tê ragihandin li çûn û hatina sivîlan hatiye qedexekirin.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li Kurdistanê talankirina xwezayê xwe dispêre hiqûqa mêtingeriyê û ji salên 1990'î û vir ve bi rêk û pêk tê kirin.

Îrmez anî ziman ku ev rewş bi AKP'ê re derbasî qonaxeke cuda bû û got, "Di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên ewlekariyê bi hezaran gund hatin valakirin. Li gel vê yekê wê demê mehên havînê daristan bêperwa dihatin şewitandin. Ev rewş bi desthilatdariya AKP'ê re derbasî qonaxeke nû bû. Berê daristan dihatin şewitandin, ew herêmên ku mirovên me jê hatin koçberkirin bêmirov dihatin hiştin."

Îrmez diyar kir ku bi desthilatdariya AKP'ê re bi taybetî ji sala 2018'an û pê ve li Botanê qirkirin û talaneke cidî ya ekolojîk heye û got, "Birîndara daran li her derê belav bûye. Li Botanê ji sedî 48 ê herêmê daristan bû, ev herêm bi sala 2018'an re daket ji sedî 35'an. Ev hemû jî bi destê cerdevanan têne kirin. Midûriyetên Herêmê yên Daristanê li gorî xwe mewzûatek çêkiriye. Dema ku mirov serî lê didin, dibêjin li gorî vê mewzûatê li qadên daristanî karê nûkirinê tê kirin. Lê em dibînin ku ev yek bi temamî pêwendiya xwe bi ewlekariyê re heye. Ji ber ku em li qadê ne em vê yekê yekser dibînin. Li her devera ku dikevin nav, daran hemÛyan talan dikin, dibirin. Her wiha ev der veguheriye qada rantê."

Îrmez ragihand ku ji ber santralên termîk ên li herêmê gelek dar hatine birîn, ji bo komirê jî Çiyayê Cûdî hatiye qulkirin û got, "Li Şirnexê çavkaniyên lînyîtê jî hene. Ji ber vê yekê jî Cûdî û derdora wê bi rengekî cidî tê talankirin, komkujî û qirkirina ekolojîk heye. Bêyî ku guh bidin qanûneke madenê talan dikin. Aliyê Silopiyayê yê Çiyayê Cûdî, li cihê ku em jê re Herbol dibêjin û derdora bajarokê Gorumluyê santraleke termîkê heye. Ji bo komirê bigihînin santrala termîkê çiya bi dînamîtan tê teqandin. Komira li wê derê tê derxistin û derbasî santrala termîkê tê kirin. Ne şaş bim divê rojane çar ton komir derbasî santrala termîkê bê kirin. Bêguman çar ton kêm nîne û ji bo ev yek pêk were divê li her derê ocax bêne avakirin. Dema ku ev tê kirin qadên daristanî bi temamî têne talankirin. Niha Cûdî hatiye qulkirin."

Îrmez anî ziman ku ji bo şîrketên lêgerîna li petrolê karibin bi rengekî bêhiqûqî kar bikin 15 rojan carekê qedexe tê ragihandin û got, "Ji sala 2021'ê û vir ve şîrketên lêgerîna li petrolê li çiyayê Gabarê dixebitin. Em nikarin xwe bigihînin van herêman. Li gorî daneyên wezaretê bi qasî 500 kîlometreyî rê hatiye çêkirin. Bêguman dema ku ev tê kirin darên li derdorê têne birîn. Li gel vê yekê di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de ji bo karibe rantê bidin cerdevanan hemû dar têne birîn."

Parlamenter Îrmez bi bîr xist ku walî her 15 rojan carekê qedexeyê, herêmên ewlekariya taybet radigihîne û got, "Ev rewş tenê li Şirnexê heye. Ji bo mirov nikaribin biçin bexçeyê xwe, koçer nikaribin biçin zozanan û bêhiqûqî li wir dewam bike, vê yekê dikin. Ji bo şîrketên lêgerînê karibin li gorî xwe tevbigerin ekolojî tê talankirin. Li gel vê yekê qala operasyonan tê kirin. Tê gotin, rojê 76 hezar warîl petrol tê derxistin. Ev yek tê wateya ji sedî yek ê pêwîstiya Tirkiyeyê. Ji bo Tirkiyeyê normal rojane milyonek warîl divê. Lê belê li gel vê yekê jî talaneke cidî heye."

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li herêmê qirkirineke cidî ya ekolojiyê heye û ji bo dawî li vê yekê bê anîn divê raya giştî ya berfireh bê afirandin.