BI DÎMEN

'Li hemberî jin ên azad ti hêz nikare bi ser bikeve'

Gerîlayên YJA Starê: Li hemberî jin ên azad, ti hêz nikare bi ser bikeve. Ji bo mezinkirin û berfirehkirina azadiyê divê jin hemû berê xwe bidin refên azadiyê.

PEYAMA JI TUNELÊN ŞER

Gerîlayên YJA Starê ji tunelên şer 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan hemûyan pîroz kirin.

Gerîlayên YJA Starê li tunelên şer jî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Gerîlayên YJA Starê gotin, "Têkoşîna jinê ya ku bi fikir û îdeolojiya Rêbertî tê meşandin îro bandorê li her devera cîhanê dike. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku ji bo jinan hemûyan roja azadiyê ye; di serî de li Rêber Apo ku hevrêyê rasteqîn ê jinê ye, li şehîdên şoreşê, li dayikên leheng ên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di nobeda edaletê de ne, li her hevrêyeke jin a ku li tunelên şer û li Kurdistanê li dijî hêzên dewleta dagirker şer dikin, li hevrêyên jin ên li zindanan li ber zilmê serî natewînin û teslîmiyetê red dikin û li jinên cîhanê hemûyan pîroz dikin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi îdeolojiya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêber Apo modeleke jiyana nû afirand. Ev îdeolojiya ku li gelemperiya cîhanê mîna şoreşê ye, jinên ji hemû civakan li dora azadiyê li hev civand. Mejiyê dewleta netewe ya ku li ser kolekirina jinê hemû nirxên mirovahiyê dîl digire bi rengekî topyekûn êrîşî têkoşînê dike. Bi rêbaza şerê taybet bi taybetî li dijî jin û ciwanan medya, huner û wêjeyê bi kar tîne û bi vî rengî rêbazên asîmîle û dejenerekirinê kûr dike. Hêzên serwer ku di nava sîstema xwe ya kaosê ya li nava civakê ti sînorên şer nas nakin, bi bikaranîna her cûre teknîkê dixwazin qirkirinê pêk bînin.

GERÎLAYAN ÊRÎŞ TÊK BIRIN

Bi taybetî sîstema dewleta Tirk a faşîst desthilatdar, li dijî Rêber Apo û tevgera PKK'ê yên ku nirxên Kurd û Kurdistanê û hebûna azadiyê diparêzin, bi her cûreyî êrîşan dike. Li çiyayên Kuridstanê zêdeyî 4 sal in li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên taktîk nukleer, kîmyewî û rêbazên şerê qirêj bi kar anî. Lê belê tevî ewqas êrîşên dijmin jî gerîlayên serdema nû bi îradeya xwe ya ji pola û serweriya xwe ya taktîkî ev êrîş têk birin.

DIVÊ JIN BERÊ XWE BIDIN AZADIYÊ

Di her çalakiyên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê de careke din tê dîtin ku îrade û xwesteka mirov dikare her cûre êrîşên teknîkê têk bibe. Weke gerîlayên YJA Starê ku xwe bi îdeolojiya 'Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin têne hezkirin' ya Rêberê xwe, xwe xemilandine, em vê peyamê didin jinên li tevahiya cîhanê; li hemberî jinên ku azad bûne ti hêz nikare bi ser bikeve. Ji bo azadî hîn bêhtir bê mezinkirin û li her qadê bê belavkirin divê jin hemû berê xwe bidin nava refên azadiyê."