'Li hember şîdeta dewleta mêr em li Gimgimê tên gel hev'
Jinên dixwazin piştgiriyê bidin jinên li Gimgimê, 19’ê Tebaxê wê li navçeyê bên gel hev.
Jinên dixwazin piştgiriyê bidin jinên li Gimgimê, 19’ê Tebaxê wê li navçeyê bên gel hev.
Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM), li hember polîtîkayên tecawizkar ên dewleta Tirk li hember gel û gerîla pêk tîne banga kombûna li Gimgimê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd dema jinek li erdê tê kaşkirin, tê tazîkirin û diavêjin kolanan dizane bê dewlet dixwaze çi bêje” û wiha dewam kir: "Em şahidên kesên ji 90’an ve nefreta li hember gel li ser bedena jinan dinivisîne, wan bedenan li pey wesayîtan tazî kaş dikin û tecawiz dikin.”
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, "Vê carê komkujiyên muxtemel em asteng bikin. Em piştevanî, mirovatî, hezkirin û hurmeta xwe ya jin dibin Gimgimê. Em ê destûr nedin careke din salên 90’an bên jiyîn, em ê ji komkujiyên li ser navê me tên kirin re li Gimgimê bêjin bes e.”
JIN 19’Ê TEBAXÊ LI GIMGIMÊ DICIVIN
KOM, diyar kir wê bi jinên dixwazin piştevaniya jinên li navçeyê yên rastî şîdet û tehdîdê hatine bikin 19’ê Tebaxê roja Çarşemê saet 13.00’an li Gimgimê bên gel hev.