Li Helsînkî Newroz hate pîrozkirin

Li paytexta Fînlanda Helsînkî bi coşek mezin Newroz hate pîrozkirin.

Li Paytexta Fînlanda Helsînkî gel bi coşek mezin Newroza îsal pîroz kirin. Şahiya Newrozê ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin, bi beşdariya hunermend Sîmar, Şeyda Ghawamî û Dilo Dogan pêk hat. Di şahiya Newrozê a şevê pêk hatî de, peyamên rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd hatin xwendin. Endamên Partî û rêxistinên Çep ên Fînlandayê tevlî şahiyê bûn û têkoşerên azadiyê yên gelê Kurd silav kirin û Newroz li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Şeva Newrozê bi coşek mezin û serkeftî heya derengê şevê dom kir.