Li Hanaû semînera '25'ê Mijdarê'

Jinên Kurd ên li Hanaû dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê semînerek li ser şîdeta li dijî jinê lidar xistin.

Li bajarê Hanû ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Nûjîn bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê ya Navneteweyî, semînerek lidar xist.

Di semînerê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a li dijî jinê û alternatîfên têkoşînê hatin nirxandin. 

Jinan dan xuyakirin, ku ji bo şîdeta li Kurdistan û cîhanê biqede, lazim e di asta herî bilind de xwedî li têkoşînê bê derketin.

Piştî semînerê fîlmekî li ser 25'ê Mijdarê hat nîşandan.

Di dawiya semînerê de ji bo çalakiyên li dijî qirkirina siyasî, banga tevlîbûneke xurt hat kirin.