Li Hanaû Meclîsa Jinê ya Nûjîn ava bû

Li Hanaû, ji ber pêwîstiya bi rêxistinbûyîna herêmî meclîsa jinan a ji 41 kesan hat avakirin. Di vê kongreyê de ji bo çalakiya li ber avahiya CPT ya li dijî tecrîdê û çalakiya boykotkirina dibistanan, banga tevlîbûnê hat kirin.

Jinên Kurd ên ku bi salan e bi komîsyonek ser bi Meclîsa Jinê ya Amara ya li Frankfûrtê tevdigerin, Meclîsa Jinê ya Nûjîn a ji 41 kesan ava kirin.

Kongre dawiya vê hefteyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hanaû bi beşdariya 80 delegeyan pêk hat. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD-E) Dilşa Osman, nûnerên Meclîsa Jinên Sosyalîst, Meclîsa Jinê ya Sara ya Darmstadtê û Meclîsa Jinê ya Amara ya Frankfûrtê beşdarî kongreyê bûn.

'EM PÊVAJOYA BIHARÊ BI KELECAN PÊŞWAZÎ DIKIN'

Berdevka Meclîsa Jinê ya Amara Rûken Karakoç axaftina vekirinê kir û da zanîn, ku ew bi kelecan pêvajoya biharê ya nû pêşwazî dikin. Karakoç di şexsê Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan de berxwedana xwerêveberiyê û şehîdên meha Adarê bibîr anî.

'BERXWEDAN TÊRÊ NAKE, AVAKIRIN DIVÊ'

Hevseroka KCD-E Dilşa Osman di kongreyê de rojeva siyasî nirxand û got, "Dixwazin serî li me bidin tewandin, lê em ê ti carî teslîm nebin. Çawa ku di salên 1980'î de Mazlûm Doganan bi berxwedanê encam girtin, îro jî em ê bi berxwedana xwe re bi ser kevin. Em xwedî mîrateyeke mezin a berxwedanê ne, her kes dixwaze ji tecrûbeya me ya têkoşînê sûdê werbigire. Li Rojhilata Navîn ji bilî me ti kes xwedî projeya jiyana azad nîne. Lewma dewletên emperyalîst piştgiriyê didin AKP'ê. Lê belê berxwedan bi tenê nagihêje serketinê, avakirin jî divê. Ji bo rêxistinbûyînê hewldana 10 kesan têrê nake. Divê em hemû mîna milîtanan bixebitin."

Di dawiya kongreyê de Meclîsa Jinê ya Nûjîn a ji 41 kesan hat avakirin û endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de ji bo çalakiya girseyî ya 5'ê Nîsanê ya li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a li dijî tecrîda li ser Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û boykotkirina dibistanan a 11'ê Nîsanê, banga tevlîbûnê hat kirin.

...