Li Hamburgê panela 8’ê Adarê

Li Hamburgê panela 8’ê Adarê

Li bajarê Hamburg a Almanyayê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Meclisa Jinan a Kurd ya Hamburgê panelek pêk anî.

Panale li taxa Altona ya Hamburgê pêk hat ji 40’î zêdetir jin tevli bûn.  Wek axaftin ker  xebatkara Navenda Agahdarkirina Kurdistanê Annett Bender û lêkolîner nivîskar Anja Flach tevli bû.

Anja Flach der barê jina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de axivî. Flach k udi salên 90’î de du salan li çiyayê Kurdistanê ma û du pirtûk weşand, îdeolojî û pêşveçûna tevgera jina kurd vegot. Falch got k udi demên dawî de tevgera jinên kurd nîqaşên jîneolojiyê dimeşînin û got jîneolojiya tê wateya  zanistê, çavderiyeke nû ya der barê jinê de dide qezenckirin.

Annett Bender jî  çavderiyên xwê yên Kurdistanê jî parve kir. Bender balkişand ser meclis û saziyên jinan û diyar kir ku  pêşengiya tevgera azadiya kurd a jinan temînata pêvajoya demokratîkbûnê ye.

Endamên Meclisa Jinan a Hamburgê jî di panelê de amade bûn. Di vê navberê de  bang li hemû jinan ki rku di 8’ê Adarê de li Hamburgê meşek dê bê lidarxistin. Her wiha di 9’ê Adarê de jî li Parîsê saet di 21.00’an de li dê meşek pêk were.