Li Hambûrgê meclîsa jinê kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li bajarê Elmanya Hambûrgê, meclîsa xwe ya li qada duyemîn ava kir û kongre pêk anî.

Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li bajarê Elmanya Hambûrgê, meclîsa xwe ya li qada duyemîn ava kir û kongre pêk anî. Ev meclîsa duyemîn wê ji bo herêmên Harbûrg û Wîlhelmsbûrgê bixebitin. Ji bo berdevkiya demî ya meclîsê jî Şazile Îshakoglû, Şîrîn Denîz û Turkan Bîlîn hatin hilbijartin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, kongre bi nîqaşan dewam kir. Sevahî Bayindir axaftina vekirinê ya kongreyê kir û bal kişand ser rola pêşengiya jinê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de. Dûre jinên endamên meclîsê û berdevkên meclîsê hatin hilbijartin.

Roja Yekşemê wê kongreya meclîsa gel a li herêmên Harbûrg, Wîlhelmsbûrg, Lunebûrg, Stade û Bergedorfê were lidarxistin. Kongre we saet di 14:00 de li navnîşana Schlenzigstrasse 11, Wilhemsburgê bê lidarxistin.

...