Li Hambûrgê çalakiya ji bo Ferînaz Xosrewanî

Li bajarê Elmanya Hambûrgê ji bo Ferînaz Xosrewanî ya li Mahabadê, ku ji bo ji tecawizkariya hêzên rejîmê rizgar bibe xwe ji qatê çaran avêt, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li semta Altona Altona pêk hat û tevî nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di axaftinên li mîtîngê de şîdeta rêk û pêk a li nava civakê ya li dijî jinê hat mehkûmkirin û banga xwedîderketina li berxwedana li Mahabadê hat kirin.

Jinan dan xuyakirin ku ji bo careke din jin bi vî rengî nemirin girîng e têkoşîna rêxistinkirinê were xurtkirin û êrîşa li hemberî jina ciwan a bi navê Ferînaz Xosrewanî şermezar kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bimire rejîma Îranê" û "Bijî Berxwedana Mahabadê" bi dawî bû.

...