Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bo daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bo daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bo daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku failên cinayetê bêne cezakirin, her wiha di serî de Elmanya polîtîkayên dewletên Ewropa yên li beranberî Kurdan hatin şermezarkirin.
Di axaftinên çalakiya ‘edalet û heqîqetê’ ya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn her mehê roja Çarşema yekemîn li semta Altona tê lidarxistin de li ser rewşa Bedrettîn Kavak ê salên 1980’î bi Sakîne Cansiz re di girtîgeha Amedê dihat girtin hate rawestandin. Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 57 salî ku ji sala par meha Tebaxê ve li Bonnê tê girtin, ji roja Sêşema bihurî ve li Hambûrgê ji endamtiya PKK’ê tê darizandin.
Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa TATORT Kurdistan de polîtîkayên hikûmeta Elman bi zimanekî tund hate şermezarkirin.
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Dawî li Qedexeya PKK’ê Bîne” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Mîtîng bi banga tevlîbûna rûniştinên roja Sêşem û Çarşemê bi dawî bû.