Li Hambûrgê çalakiya edaletê

Li Hambûrgê di çalakiya "edalet û ronahiyê" de, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di çalakiya "edalet û ronahiyê" de, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.

Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa Altona hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku cînayet ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û hat destnîşankirin, ku divê ev rastî êdî ji aliyê rayedarên Fransayê ve bi awayekî fermî were qebûlkirin û berpirsyar werin darizandin. Di daxuyaniya li çalakiyê hat xwendin de bang li Fransa, Elmanya û welatên din ên Ewropayê hat kirin, ku li hemberî terora dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd de, helwestê nîşan bidin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.