Ji bo yek ji damezrînerên PKK''ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê çalakiya 'ronîkirin û edaletê' hat lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 4 pûşperê 2015, 09:16
Ji bo yek ji damezrînerên PKK''ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê çalakiya 'ronîkirin û edaletê' hat lidarxistin.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê mîna her Çarşema destpêkê ya mehê duh jî ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez mîtîng hat lidarxistin.
Di mîtînga li semta Altonayê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn axaftin hat kirin û hat bibîrxistin ku tevî du sal û nîvên di ser komkujiyê re derbas bûne, hînê nehatiye ronîkirin.
Di dawiya mîtîngê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) ya li ser heqaretên Erdogan ên li jinên li Îdirê ew protesto kirin, hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dijminê jinê ye û Erdogan hat protestokirin.
MUNCHEN
Li Munchenê çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we ye" hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin. Di axaftinên li çalakiya ku Meclîsa Jinê ya Sara, YXK Munchen, Ciwanên Azad û Kurdistanî lê amade bûn de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê nîşan dide ku ew jî di nava komkujiyê de heye.