Li Hambûrg û Munchenê çalakiya "edalet û heqîqetê"

Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê çalakiya "edalet û heqîqetê" hat lidarxistin.

Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê çalakiya "edalet û heqîqetê" hat lidarxistin.

HAMBÛRG

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Hambûrgê çalakiya "edalet û heqîqetê" hat lidarxistin. Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li semta Altona pêk hat de, komkujiya li Şengalê jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Jinan di daxuyaniya li vê derê de bibîr xistin ku serdozgeriya Fransayê di gilînameya xwe ya li ser cînayeta Parîsê de destnîşan kiriye ku bersûcê komkujiyê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye wezîfedarkirin û diyar kirin ku tevî vê yekê jî Fransa û dewletên din ên Yekîtiya Ewropayê ji vê encam dernexistne û helwest li hemberî dewleta Tirkiyeyê nîşan nedane.

Jinan di heman demê de ji hikûmeta Elmanyayê jî xwest ku li hemberî polîtîka şer a hevkarê wan ê NATO'yê Tirkiyeyê helwestê nîşan bide û dan zanîn ku dem hatiye nexweşê desthilatdariyê Erdogan were sekinandin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku êrîşa li hemberî PKK'ê tê wateya destekkirina çeteyên DAIŞ'ê û hat xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Di mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin û banga beşdariya meşa roja Şemiyê ya li Kolnê ya bi dirûşma "Rê ji Erdogan re nîne-ji şer re na" hat kirin. Otobusên ji Hambûrgê biçin Kolnê wê saet di 06:00 de ji ZOB'ê rabin.

MUNCHEN

Li bajarê Munchenê jî çalakiya 'edalet û heqîqetê' hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de hat ragihandin ku her çend belgeyên li ser têkiliya Omer Guney bi Tirkiyeyê re hatine aşkerakirin jî lêpirsîn bi pêş ve naçe û ev rewş hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Çalakî ji aliyê Ciwanên Azad Munchen, YXK Munchen û Însiyatîfa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin.

...