Li Hambûrg, Munchen û Frankfûrtê çalakiya 'edaletê'

Li bajarên Elmanya Hambûrg, Munchen û Frankfûrtê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan, Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, mîtîng hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Hambûrg, Munchen û Frankfûrtê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan, Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, mîtîng hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Mîtînga li semta Altona ya Hambûrgê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Bedîa Demîr dûre mafê axaftinê wergirt, piştperdeya cînayetê vegot û destnîşan kir ku her çend di ser komkujiyê re du sal û çar meh derbas bûne jî hînê kesek nehatiye darizandin, ev yek nayê qebûlkirin. Demîr da xuyakirin ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku li pişt komkujiyê dewleta Tirkiyeyê heye û helwesta dewletên Fransa, Elmanya, Hollanda û Belçîka ya li pêşberî vê rastiyê weke 'tirsonekî û hevnegirtî' bi nav kir. Demîr anî ziman ku di mijara vê cînayeta ku gelek caran di herikîna dîrokê de hatiye dîtin, tê xwestin mafê jiyanê yê Kurdan ji berjewendiyên tifaqeke qirêj re bibe qurban û ragihand ku jinên cîhanê û Kurdistanî wê ti carî dest ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin.

Di dema mîtînga ku dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn de, ji ber provokasyona faşîstên Tirk aloziyek demkurt derket û li ser destwerdana polîsan bi dawî bû. Mîtîng bi banga beşdariya li çalakiya roja Yekşemê saet di 15'an de li Navenda Civaka Demokratîk a Hambûrgê ya ji bo roja dayikan, bi dawî bû.

MUNCHEN

Li bajarê Munchenê jî çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Girseya gel a li ber konsolosiya Fransayê civiya, ji hikûmeta Fransayê xwest ku kiryarên rastî yên komkujiyê ji raya giştî re aşkera bike û wan derxîne pêşberî dadgeriyê.

Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Munchenê û YXK Munchenê ve hat organîzekirin de peyama "Ji Cansiz, Dogan û Şaylemez re soza me heye; heta komkujî ronî bibe çalakiyên me wê dewam bike." Di çalakiya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, li ber konsolosiya Fransayê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin.

Çalakî li Bokûnhaîme Warte bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat. Jinan pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin. Jinan destnîşan kirin ku ew ê her hefte ji bo hesabpirsînê çalakiyên xwe dewam bikin û bi xwendina belavoka Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) ya li ser Komkujiya Parîsê dawî li çalakiya xwe anîn.

...