Li Girtîgeha Mûşê li hember girtiyên jin îşkence
Rêveberên ÎHD'ê diyar kirin ku li Girtiyên Tîpa E ya Mûşê girtiyên siyasî yên PAJK'ê li şûna revîrê li odeya gardiyanan tên dermankirin.

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mûşê bi girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê re hevdîtin kirin. Rêveberên ÎHD'ê diyar kirin ku zextên li ser girtiyan zêde bûne. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mûşê Tarik Guneş, anî ziman ku girtiyên endamên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) rastî zextan tên û girtiyan li şûna li revîrê derman bikin li odeyên gardiyanan derman dikin. Tarik Guneş, da zanîn ku mafê girtiyan bi awayekî keyfî tê asteng kirin. Guneş, destnîşan kir ku alavên girtiyan ên ji aliyê xizmên wan ve tên şandin, demek dirêj nadin girtiyan û didin rawestandin. Guneş bilêv kir ku mafê girtiyan ên civakî û ragihandinê jî tê astengkirin û hemû mafê girtiyan tên astengkirin.
Guneş xwest girtiyên siyasî bi rêk û pêk di nava şertên tenduristî de bên dermankirin.