Ayşe Topçu ya li Gimgimê di êrîşa leşkeran a li dijî "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya li Gimgimê bi birîndarî hate girtin îşkence, şîdet û tacîza ku leşkeran pêk anî bi nameya xwe ya ji girtîgehê şand vegot. Gotinên Topçu ya weke xwîna mirovan dicemidîne muameleya li dijî Ekîn Wan tîne bîra mirovan.
Gerîlaya YJA Starê Ayşe Topçu ya ku di operasyona li dijî "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya li Gimgima Mûşê di 16'ê Îlonê de pêk hat û di 18'ê Îlonê de jî ji aliyê leşkeran ve bi birîndarî hate girtin derket holê ku rastî îşkence û tacizên giran derbas bûye. Topçu ya ku nameya ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê şand gihîşt ber DÎHA'yê, Topçu di nameyê de diyar kir ku dema bi birîndarê tê girtin rastî îşkenceya devkî, fîzîkî ya leşkeran û tacîzê tê.
BI AWAYEKÎ TAZÎ WÊNEYÊN WÊ KIŞANDIN
Topçu di nameya xwe de wiha got: "Di êrîşa yi hemberî Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî ez bi birîndarî hatim girtin. Dema ku hatim girtin rastî tacîza devkî û fîzîkî ya leşkeran hatim. Ligel ku ez birîndar bûm jî ji erdê kaşkirin û li cihê ku ez lê bûm derxistin. Ji min re gotin em ê te tazî bikin û bibin qereqolê. Piştre cilên li ser min derxistin û bi awayeke tazî wêneyê û dîmenên min kişandin. Bi vî rengî tacîza fîzîkî pêk anîn."
Topçu di nameya xwe de destnîşan kir ku dema ku ew bi helîkopterê ve birine Mûşê jî rastî tacîza devkî û fîzîkî hatiye û ev tişt vegot: "Di helîkopterê re jî tacîza fîzîkî û devkî berdewam kir. Li Mûşê li şûna ku min bibin nexweşxaneyê birin TEM'ê. Li wir demeke dirêj bi awayeke ters kelepçekirî hatim rawestandin. Piştre birin nexweşxaneyê û, tiştek nekirin û careke din ji bo lêpirsînê anîn. Sê rojan tu xebatkarên tenduristiyê nehatin cem min. Birînên min nehatin pansumankirin. Di odeyeke qirêj de bi aweyeke kelepçekirî hatim rawestandin. Leşker dem bi dem hatin cem min û wêneyên min kişandin. Polîsan jî bijîşkan re her tim gotina ' ev jin kujerê leşkerên me ye' destur nedidan ku derman bikin. Li nexweşxaneyê sê rojan mam lê tiştek nekirin û anîn girtîgehê."
Gotinên ku Topçu di nameyê de anî ziman pêkanîna ne mirovî ya li heman navçeyê yên ku rastî gelen nerazîbûnan hat, anî hişê mirov. Di 10'ê Tebaxê de gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê yê îşkence kirî ji aliyê leşker û polîsan ve hatibû tazîkirin û wêneyên wê di medyaya civakî de hatibû weşandin.