Li Gelsenkîrchenê semînera 8'ê Adarê
Di semînera 8'ê Adarê ya li bajarê Gelsenkîrchenê de banga rêxistinbûyînê li jinan hat kirin.
Di semînera 8'ê Adarê ya li bajarê Gelsenkîrchenê de banga rêxistinbûyînê li jinan hat kirin.
Li Komeleya Alternatîve ya li bajarê Elmanya Gelsenkîrchenê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek hat lidarxistin.
Tevî Elmanan bi qasî 50 kes tevlî semînerê bûn. Rojnamevan Elîf Sonzamanci û ji Enstîtuya Kurd Aysel Avesta Aydin weke qiseker li semînerê amade bûn.
AYDIN: JINÊ KURD TÊKOŞÎN BI PÊŞ DE BIRIN
Aydin di pêşkêşiya xwe ya li ser mijara 'Ji dîrokê heta roja îro rewşa jinê û jineolojiyê' de diyar kir, jinên Kurd mîrateya femînîzmê rakirine û bi zanista jinê jineolojiyê re têkoşîn gihandine qonaxeke cuda. Aydin got, "Di xwezaya jinê de şer û komkujî nîne. Girîng e em bizanibin di oxira vê roja em pîroz dikin de çiqas berdêl hatine dayîn."
Aydin bal kişand ser komkujiyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin û da zanîn, erka rêxistinbûyîn, avakirina meclîs, komun û xweparastinê dikeve ser milê jinan.
SONZAMANCI: ROJNAMEVANÊN SÎSTEMÊ KOMKUJIYAN DINIXUMÎNIN
Rojnamevan Sonzamanci jî li ser mijara 'şîdeta li jinê û medya' pêşkêşiyek kir. Sonzamanci got, "Komkujiyên li hemberî jinan, bi tenê di rûpela sêyemîn a rojnamevan de cih digirin" û ev nirxandin kir: "Jin her roj tên qetil kirin, rastî destavêtinê tên lê cih di medyayê de nagire. Yanî bi serenavê kuştina ji ber 'eşq', 'namûsê' tên nixumandin." Sonzamanci di vî warî de gotinên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên jinan hedef nîşan didin, bibîr xist.
Semîner bi helbest û stranên rêveberê komeleyê Alî Mahîr Abdîk bi dawî bû.