Li gelek navendan roja dayikan hat pîrozkirin
Li bajarê Dortmund a Elmanyayê, li Taxa Ishoj a Kopenhag a Danîmarkayê û bajarê Den Haag a Hollandayê ‘Roja Dayikan’ hat pîrozkirin.
Li bajarê Dortmund a Elmanyayê, li Taxa Ishoj a Kopenhag a Danîmarkayê û bajarê Den Haag a Hollandayê ‘Roja Dayikan’ hat pîrozkirin.
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, li Ishoj a paytexta Kopenhag a Danîmarkayê û bajarê Den Haag a Hollandayê ‘Roja Dayikan’ hat pîrozkirin.
DORTMUND
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, bi wesîleya Roja Dayikan, Meclîsa Jinan a Rozerîn semînerek pêk anî.
Semîner bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Semîner, di şexsê Dayika Uveyş û Berfo de diyarî hemû dayikên Kurd ên Rojhilatê Kurdistan û Kobanê hat kirin. Nuda Welat di semînerê de axivî û got ku di serî de roja dayikên Kurd ên zarokên xwe winda kirine û hemû dayikan pîroz dikin.
Welat da zanîn ku divê dayikên Kurd ên fedakar ne tenê vê rojê her tim bên bîranîn û wiha got: “Qîmetê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye jin û dayikê, li hemû çiyayên Kurdistanê bûye mizginiya jiyaneke nû.”
Piştî semînerê kulîlk hatin belavkirin û piştre bi komî çûn qada ku deng lê tê bikaranîn. Li vir jî li jinan kulîlk hat belavkirin û ji bo HDP’ê deng hatin xwendin.
DANÎMARKA
Li Taxa Ishoj a Danîmarkayê jî Komeleya Jinên Kurd bi munasebeta Roja Dayikan şahiyek organîze kirin. Beşdarbûna bernameyê gelek zêde bû û berdevka Komeleya Jinên Kurd Zelîha Tîtrek di axaftina xwe ji dayikên şervanên azadiyê re silav şand.
Tîtrek got ku dayikên Kurd fedakar û kedkar in û divê xwedî li têkoşîna rizgarî û berxwedana mewziyên azadiyê yên jinan bê derketin.
Di şahiyê de dayika salê hat hilbijartin. Dayika Kewê Goksu ku bi salane di xebatên têkoşîna azadiyê de cih digire hat hilbijartin. Goksu hat xelatkirin û roja wî hat pîrozkirin.
DEN HAAG
Li Den Haagê jî li Navenda civaka Kurd a Demokratîk roja dayikan hat pîrozkirin û taştê hat dayîn. Pereyê ji taştê hat, ji dayikên Kobanê re hat şandin. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Hollandayê Aliye Varto di taştê de axivî û got: “Ez roja dayikên şehîdan û hemû dayikan pîroz dikim. Dayikên me hem jin û hem jî şervan in.” Varto bal kişand ser hilbijartinên parlamenteriyê yên Bakurê Kurdistanê û xebatên jinan yên ji bo HDP’ê didomin.
Di bernameyê de li dayikan kulîlk hatin belavkirin û piştre jî nameya dayika şoreşgerekî hat xwendin. Piştre lîstikên zarokan hatin kirin.