Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li gelek bajarên Ewropayê sazî û komeleyên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî çalakî lidar xistin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li gelek bajarên Ewropayê sazî û komeleyên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî çalakî lidar xistin.

PARÎS: Yekîtiya Jinên Sosyalîst, tevî qedexeya li Parîsê jî daket kolanan û şîdeta li hemberî jinê şermezar kir. Jin çûn cihê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin û gul danîn wê derê. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, "Ji bo mafên xwe em ê her tim li kolanan bin û çalakiya lidar bixin. Ji Mîrabelan heta Sakîneyan ev têkoşîn a me ye. Bila komkujiyên polîtîk ên li hemberî jinê biqedin."

LONDON: Bi wesîleya 25'ê Mijdarê li ber avahiya Serokwezaretiyê xwepêşandanek hat lidarxistin. Jinên endamên Meclîsa Jinê ya Roj, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, jinên Rojavayî û komeleyên herêman, beşdarî çalakiya ji aliyê Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê ve hat organîzkirin bûn. Qisekeran gotin, "Xweparastin sekneke. Şêweyeke jiyanê ya xwe dispêre xwevîn, xwehêz û xwerêveberiyê. Li hemberî şîdeta li dijî jinê em ê rêbazên têkoşînê yên rewa bi kar bînin."

LAHEY: Li bajarê Hollanda Laheyê, çalakiya edaletê ya ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi çalakiya 25'ê Mijdarê bû yek. Çalakiya li ber Parlamenta Hollandayê ji aliyê zêdeyî 20 saziyên jinan ve hat lidarxistin û girîngiya rojê hat vegotin. Di axaftinan de hat ragihandin ku ji bo şikandina şîdeta li dijî jinê pêwîstî bi piştevaniya jinan heye. Li aliyê din, jin wê di 28'ê Mijdarê roja Şemiyê li Rotterdam Bînnenwegpleînê bicivin û bi meşekê şîdeta li hemberî jinê şermezar bikin.

FREÎBÛRG: Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Komuna Jinê ya Nûda û rêxistinên jinan ên Elman li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyek lidar xistin. Bi sedan jinên maske bi rûyê xwe ve kirin, ji Aûgûstîner Platzê ber bi navenda bajêr ve meşiyan û li Rathaûsplatzê belavok xwendin. Jinan di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Xweparastin garantiya azadiya me ye" vekirin.

BÎELEFELD: Însiyatîfa Jinê ya Bîelefeldê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê danê êvarê li ber Stasyona Trenê ya Navendî mîtîngek lidar xist. Di peyama li vir hat xwendin de hat gotin, "Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de em careke din dengê xwe bilind dikin; em bêdeng nabin, em natirsin, em serî hildidin."

HAMBÛRG: Bi heman armancê li bajarê Hambûrgê meşek hat lidarxistin. Meşa ji Hachmannplatzê destpê kir ji aliyê platforma jinan a ji gelek sazî û komeleyan pêk tê ve hat organîzekirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku ji bo şikandina şîdeta li hemberî jinê, afirandina rêbazên xweparastinê şert e. Di dawiya meşê de hat ragihandin ku wê roja 6'ê Kanûnê li Navenda Civaka Demokratîk panelek were lidarxistin û banga beşdariyê hat kirin.

DRESDEN: Komîsyona Jinê ya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dresdenê li ber avahiya Şaredariyê çalakiyek lidar xist. Di çalakiya ku gelek saziyên Elman jî di nav de cih girtin de, li ser girîngî û wateya rojê axaftin hatin kirin.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê bi beşdariya bi sedan jinan, 6 saziyên jinan çalakiyek pêk anîn. Piştî meşa li vê derê mîtîngek hat lidarxistin û şîdeta li dijî jinê hat şermezarkirin. Çalakî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

HANNOVER: Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, jin li Schîller Denkmalê kom bûn û meşiyan. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Ronahî Zara li vir peyivî û got, "Gelek rûyên şîdetê hene. Ji bo dawîanîna li şîdeta li dijî jinê, em banga xweparastinê dikin."

...