Li bajarê Gävle yê li herêma Dalarna ya Swêd, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi armanca di şexsê Ferînaz Xosrawanî ya ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike ji qata 4’an a otelê avêt xwarê xwedî li jinên Kurd derkevin xwepêşandanek li dar xist.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 16 gulanê 2015, 07:03
Li bajarê Gävle yê li herêma Dalarna ya Swêd, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîş û zexta rejîma Îranê ya li hember jinan û di şexsê Ferînaz Xosrawanî ya ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike ji qata 4’an a otelê avêt xwarê xwedî li jinên Kurd derkevin xwepêşandanek li dar xist.
Li ser banga Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gävle, di çalakiya li bajêr de Hêvî Batte di axaftina xwe de got ku hewldana tecawizê ya rejîma Îranê li Mahabad li hember jina Kurd Ferînaz pêk aniye bi armanca di nav jinan de tirsê belav bike hatiye kirin. Batte got: "Destên li Rojhilata Navîn dirêjî jinan dibin berhemeke polîtîkaya dewletan e. Pêwîst e êdî ev polîtîka bi dawî bibe û wê bi dawî bibe. Ji ber êdî tevgereke hêza xwe ji jinan digire û azadiya jinan esas digire heye.”
Batte anî ziman ku ji bo li Rojhilatê Kurdistanê bûyerên nû yên wek ên Ferînaz rû nedin wezîfe dikeve ser milê Kurdistaniyan û divê li hember rejîma Îranê têkoşîn bê bilindkirin.
Endama Meclîsa Şaredariya Gävle ya ji Partiya Çep, Jîn Akgul Haco jî piştî bal kişand ser zextên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember jinan got ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li hember Şengal û Rojava zêde kirine. Haco bal kişand ser rola jinan a di berxwedana li Şengal û Kobanê de. Haco got: "Îro Mahabad bi xeta berxwedanê ya bi Şengal û Kobanê re bûye yek. Ferînaz li vir bûye çirûska yekemîn û ev agir wê bi tevayî rejîmên dijminên jinan bikeve.”