Li Fransayê kuştina jinan zêde bû

Li Fransayê ku her sal bi sed hezaran jin dibin qurbanê tundiya mêr, di şeş mehên destpêkê yên salê de 70 jin hatin kuştin. Gelek saziyên jinan rexneyê li dewletê dikin ku tedbîrên pêwîst wernagirin, lewma xwe ji bo xwepêşandaneke protestoyî amade dikin.

Hatibû ragihandin ku di navbera 1'ê Çileyê û 30'ê Hezîranê de li Fransayê herî kêm 70 jin ji aliyê hevser, hevalê xwe yê berê, heval an jî malbatê ve hatibûn kuştin. Di 3'ê Tîrmehê de jî jineke bi sê mehan ducanî li otelekê ji aliyê hevalê xwe ve hate kuştin. Doh jî li bajarê Moselleyê jineke kuştî hate dîtin.

KUŞTINA JINAN LI GORÎ SALA DERBASBÛYÎ ZÊDE BÛ

Koma bi navê 'Em ji bîr nekin' ku zêdeyî 7 hezar endamên xwe hene û gelek saziyên medyayê destekê dide wê, diyar kir ku di nava sê rojên dawî de du jin hatine kuştin û bi vî rengî hejmar gihîştiye 72 jinan. Sala derbasbûyî bi giştî 109 jin hatibûn kuştin, sala 2017'an 130 jin hatibûn kuştin. Ev yek jî nîşan dide ku kuştina jinan îsal zêdetir bûye.

Li gorî agahiyan yek ji sê parên jinên li Fransayê hatin kuştin ji aliyê hevalê xwe ya jî hevserê xwe yê berê ve hatin kuştin.

Li Fransayê di nava şeş mehên destpêkê de 8 mêr ji aliyê jinan ve hatin kuştin û eşkere bû ku herî kêm pênc ji wan ji aliyê jinên ku neçar man xwe biparêzin ve hatin kuştin.

JI HIKUMETÊ TÊ XWESTIN KU TEDBÎRAN WERBIGIRE

Zêdebûna kuştina jinan rê li ber nerazîbûna saziyên civakî yên sivîl vekir. Li qada hunerê jî gelek kesan klîb amade kirin û bal kişandin ser mijarê.

Ji bo şermezarkirina kuştina jinan wê sibe jî li paytext Parîsê li meydana Republiqueyê çalakiyek pêk were. Di çalakiyê de wê ji hikumetê bê xwestin ku hîn bêhtir tedbîran werbigire.