BI DÎMEN

Li Frankfûrtê meşa 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê meşek hat lidarxistin.

Bi boneya 8’ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê meşek hat lidarxistin.

Meşa di pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara, Jina Nû û Yekîtiya Jinên Sosyalîst pêk hat, saet 16.00’an ji ber HBF’ê destpê kir.

Di meşa ku jinên Kurdistanî û dostên wan ên ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Hanau, Offenbach û Mainz tevlîbûn de pankartên “Ji Sarayan heta Sêvêyan, garantiya azadiya me xweparastin e”, “Bijî 8’ê Adarê” hatin vekirin.

Heta Rober Platzê bi dirûşmeyan meş hat lidarxistin. Çalakiya ku tê de belavok jî hatin belavkirin, bi mîtîngê dewam kir.

Piştî rêzgirtina deqeyekê, ji Meclîsa Jinan a Amara Rûken Karakoç axivî, got ev roj roja serhildana jinan e.

Karakoç got pêwîst e jinên li Ewropa jî hêzê bidin têkoşîna xwerêveberiyê, anî ziman ku divê xwedî li têkoşîna Sarayan, Sêvêyan bê derketin.

Li ser navê YJK-E Delal Yaman jî destnîşan kir ku divê jinên Kurd têkoşîna bi rûmet a Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan heta dawî berdewam bikin.

Di mîtîngê de li ser navê Jina Nû, ADHK, SKB û Yekîtiya Jinên Elewî ya Hessen jî axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, mîtîng bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.