Li Frankfûrtê meclîsa herêma sêyemîn hate îlankirin

Li Frankfûrtê meclîsa herêma sêyemîn hate îlankirin, ji bo pêşxistina rêxistinbûyina jinê jî bang hate kirin.

Meclîsa Jinê ya Kurd a Amara ya li Frankfûrtê, 3’yemîn meclîsa xwe ya herêmê îlan kir.

Axaftina vekirinê Melîha Danişir Akbaba kir, berxwedanên xwerêveberiyê silav kir, bal kişand ser girîngiya meclîsan herêmî. Danişir Akbaba got, “Divê em rêxistinbûyina xwe pêş bixin; zilam ji xwe re hêz nebînin.”

Li ser navê YJK-E Delal Yamam jî destnîşan kir ku AKP/Qesr li Bakurê Kurdistanê sûcê şer pêk tîne, wiha dewam kir: “AKP’e ji ber li hember serkeftina jinên Kurd têk çû, laşê jinê teşhîr kir.” Yamam, li beranberî bêdengiya Ewropa ya li hember qetlîamên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan da, got faşîzma AKP’ê wê bi têkoşîna hevpar têk biçe.

‘EM LI HER QADA JIYANÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN’

Ji TJK-K Bêrîtan Nûsaybîn jî bal kişand ser bendewariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji jinên Kurd, wiha got: “Em li her qada jiyanê teqez xwe bi rêxistin bikin.

Civakek demokratîk û exlaqî tenê dikare bi rêxistinbûyina jinê pêk were.”