Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger edalet hat xwestin

Ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Frankfûrtê daxwaza edaletê hat kirin.

Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên bi daxwaza edaletê her hefte dewam dikin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Frankfûrtê de Kurdistaniyên ji bajarên Russelsheîm, Offenbach, Hanaû û Frankfûrtê amade bûn.

JI DEWLETA FRANSAYÊ HAT XWESTIN KU GAVÊ BIAVÊJE

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me Komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" û wêneyên her sê jinên şoreşger hatin vekirin de, gavneavêtina dewleta Fransayê hat şermezarkirin. Jinan xwestin kiryarên komkujiyê tavilê werin aşkerakirin û dirûşmên "Sakîne, Fîdan, Leyla dijîn", "Duh Roza îro Sara" qîriyan. Di çalakiyê de ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a hefteya pêş, banga tevlîbûnê hat kirin.