Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger daxwaza edaletê hat kirin
Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger daxwaza edaletê hat kirin û dewleta Fransayê hat şermezarkirin.
Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger daxwaza edaletê hat kirin û dewleta Fransayê hat şermezarkirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxwaza edaletê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsên Jinê yên Amara Sara û Nûjîn ve hat organîzekirin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de her wiha Qirkirina Şengalê hat şermezarkirin û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Jinan xwestin derhal edalet bi cih bê û diyar kirin, ew ê li hemberî bêdengiya Fransayê bênavbera çalakiyan lidar bixin.