Li Ewropayê jin li dijî şîdeta mêr-dewletê daketin kolanan

Li Elmanya, Fransa û Danîmarkayê, jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê daketin kolanan.

Li Elmanya, Fransa û Danîmarkayê, jin bi wesîleya 25'ê Mijdarê daketin kolanan. Di çalakiyan de jinan bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.

BERLÎN: Bi beşdariya Însiyatîfa Jinên Kurd li Berlînê, Meclîsa Jinê ya DESTDAN a Berlînê, Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ-Bêrîvan) li Berlînê, Meclîsa Jinê ya KNK'ê li Berlînê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Rêxistina Jinan a Navneteweyî û gelek saziyên jinan, li paytexta Elmanya Berlînê meşek hat lidarxistin. Jinên li Hermannplatzê hatin cem hev pankarta bi nivîsa 'Ji Berlînê heta Şengalê jin têdikoş in' vekirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Arîn Mîrxan û pêşengên têkoşîna azadiya jinê û şoreşê hildan. Çalakî piştî mîtînga li Oranîenplatzê bi dawî bû.

KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê jî, li ser şîdeta li hemberî jinê û xweparastina jinê, li navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek hat lidarxistin. Nûnera Yekîtiya Jinan a Sosyalîst Ayşe Yûmlî Yeter û Berdevka Komuna Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Ayşe Fehîmlî, der barê şîdeta li dijî jinê ya li gelemperiay cîhanê û xweparastinê de agahî dan. Yeter da xuyakirin ku divê jin li her qada jiyanê xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin. Yeter di dewama axaftina xwe de mînakên ji welatên cuda yên li ser rêxistinbûyînên xweparastinê da.

MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê bi pêşengiya Komuna Jinên Kurd a Sara, meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşma "Şîdeta mêr îdeolojîk e, xweparastin maf e" hat qîrîn. Di çalakiyê de jinên li Rojava li ber xwe didin hatin silavkirin û gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan)  ku piştî hat qetilkirin rastî îşkenceyê hêzên dewleta Tirk hat, hat bîranîn.

NURNBERG: Li bajarê Nunrbergê, rêxistinên jinan Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Jinên Nû, Mala Gel a Medîa, Fraûen Groej li Weîssertûmê çalakiyek lidar xistin. Jinan soreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn û destnîşan kirin ku wê li hemberî şîdetê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan meşek hat lidarxistin û rêxistinên jinan ên Fransayê jî destek dan çalakiyê. Jinên li meydana Canabîerê civiyan ber bi Vîeûx Port ve meşiyan. Berdevka Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan Sûzan Aydemîr û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Sevgî Yavas li vê derê li ser navê jinan axivîn.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi wesîlteya 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin. Di panela bi mijara "Ji şîdet û zexta li hemberî jinê re na, jina azad-neteweya azad" Berdevka Civaka Jinan a Danîmarkayê Sûssane Larsen bal kişand ser pirsgirekên jinan ên li stargehan. Berdevka Komeleya Refûgees Welcome Mîchla Bendîxsen jî rewşa jinên penaber ên li Danîmarkayê û çavdêriyên xwe yên li ser şîdeta li hemberî jinê vegot. Li ser navê TJK-E jî Zeynep Coşkûn axivî destnîşan kir ku divê jin têkoşînên azad-rêxistinbûyî xurttir bikin.

...