Li Ewropayê jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan bûn
Jin ên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan, aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li dar xistin.
Jin ên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan, aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li dar xistin.
WUPPERTAL
Li bajarê Wuppertalê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakî hat lidarxistin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Meclîsa Jinê ya Viyan, Courage, Karawane, MLPD û SKB’ê meş û mîtîngek li dar xistin.
Domahiya meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin, dûvre mîtîng hat lidarxistin. Jin di mîtîngê de axivîn, li dijî tundiya li ser jinê bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin û li xweparastina xwe miqate bin.
Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de konekî aktîvîteyan hat danîn.
Aktîvîte ku saet ji 14.00’an heta 18.00’an dewam kir, bi semînereke ku têkoşîna jina Kurd vedibêje dewam kir. Di semînerê de endama Yekgirtina Akademîsyenên Kurd Latîfe Guzel anî ziman ku jinên Kurd di her qadê de têdikoşin û ji bo azadiya xwe xwebûnê esas digrin.
Li ser navê Însiyatîfa Dema Aştiyê Ye jî Gerd Berlev axivî û li dijî tundiyê banga têkoşîna yekgirtî û mil bi mil kir.
Di konê aktîvîteyan de pêşandana wêneyan hat vekirin. Her wiha biyografiyên jinên pêşeng ên Tevgera Azadiyê jî hatin pêşkêşkirin. Ji bilî pêşandana sînevîzyonê, domahiya rojê belavok hatin belavkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî Li Platforma Hevpar çalakiya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin.
Mîtînga li Walraffplatzê ji hêla Saziya Jina Kurd CENÎ, Meclîsa Jinê ya Viyan, Meclîsa Jinê ya Sara, Partiya Çep, MLPD, ADHK, AGÎF, Yaşanacak Dunya, Jinên DGB, Tevgera Jinê ya Elman bi hevparî hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê ji Buroya Aştiyê ya Jinê CENÎ Ferîde Halîtoglû axivî, di şexsê xwişkên Mîrabel de tevahî jinên berxwedêr bi bîr anî û got, “her deverên cîhanê, çar aliyê wê ji bo jinê li dijî tundiya zilam qada têkoşînê ye. Em ê li dijî tundiya zilam rawestin.”
Nûnera Partiya Çep Hamîde Akbayir jî diyar kir ku tevî têkoşîna jinê di asta gelekî jor de ye jî bi dawî nebûye, ji ber hê jin di tevahî qadên jiyanê de bi mêtingeriyê hevrû ye.
Qisekerên din jî bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan.
Yekgirtina Hêza Jinê û Koma Deng Xwezayê jî stranên xwe yên têkîldarî têkoşîna jinê gotin.
Girseya ku piştî mîtîngê dest bi meşê kir, li stasyona trenê ya li navenda Kolnê bi komên jinan ên bi navê “Lila İn Köln” re civiyan.
Gelek pankart, afîş û dowîz ên têkîldarî jinê, têkoşînê û wekheviya mafan hatin hilgirtin, her wiha wêneyên jinên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wekîlên HDP’î yên girtî hatin rakirin.
Jinan, piştre berê xwe dan pêşiya Dêra Domê û wek rêzdariya nasnameyan balon firandin.
STUTTGART
Müzik dinletisinin de yapıldığı eylemde daha sonra ise kadınlar sloganlar eşliğinde yürüyüş düzenledi.
Li Stuttgartê jî pêkhateyên Platforma Jinê ya Stuttgartê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, tundî, destdirêjî û destavêtina li ser jinê hat protestokirin û banga xweparastinê hat kirin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku belavok jî hatin belavkirin, di axaftinan de li ser tundiya ku AKP/Qesr bi ser jinên Kurd de tîne hat rawestandin.
ROTTERDAM
Di roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de jin li bajarê Rotterdan ê Hollandayê li hev kom bûn û bi meşek meşaleyî tundiya cinsî ya li ser jinê protesto kirin.
Êvara 25’ê Mijdarê bi banga “Komîteya Na Ji Tundiya Li Ser Jinê” jin li Binnenwegplein a bajarê Rotterdamê kom bûn.
Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a bi ser HDP’ê, wekîlan û hevşaredaran hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku jin li dijî tundî û sîstema zilamserwer têdikoşin.
Dûvre jinan bi dirûşm û meşaleyan dest bi meşê kirin û domahiya meşê dirûşmeyên têkîldarî jinê, mafê wekheviyê berz kirin. Her wiha belavoka SKB-Hollanda hat belavkirin.
Di çalakiyê de ku pankart û alên saziyên beşdar hatin rakirin, piştî axaftinên hevpar ên li aktîvîteya salonê ku piştî meşê hat lidarxistin, aktîvîteya helbest û muzîkê dest pê kir. Banga alîkariyê wek kevneşopî tê kirin, îsal ji bo ji gaziyên Pirsûsê Guneş Erzûrûmoglû hat kirin.
VERVIERS
Li bajarê Vervies ê Belçîkayê bi boneya 25’ê Mijdarê Komaleya Çanda Elewî û SKB’ê li panelekê jin li hev kom kirin.
Di panelê de perspektîf û rêbazên li dijî tundiya li ser jinê ya ku sîstema zilamserwer û zilam pêk tînin hatin vegotin.
Wek qiseker ji Desteya Rêveberiya Navendî Dûriye Sezgîn û Ji Komaleya Çanda Elewî Zohre Aslan wek qiseker tevlî panelê bûn.
Di axaftinan de li ser şoreşa jinê û têgihiştina cinsê hat rawestandin û têkoşîna yekbûyî ya jinan hat destnîşankirin.
Piştî pêşandana sînevîzyonê ya têkîldarî têkoşîna jinan, li kursiya serbest jin axivîn û bal kişandin ser hêza yekîtiyê.
Piştre jî ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û wekîlên jin ên HDP’ê kartên piştgiriyê hatin şandin.
MUNIH
Li Munîhê ji ji bo 25’ê Mijdarê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de Wekîla HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer axivî.
Li ser navê Komuna Jina Kurd a SARA jî Zubeyde Akmenekşe axivî û diyar kir ku heta dijderketina tundiya li ser jinê nebe, ti civak nikare zexta li ser xwe jî bavêje.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.