Li Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê

Jinên Kurd ên li Ewropayê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî lidar xistin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya jinan hat silavkirin û banga xurtkirina yekîtî û têkoşînê hat kirin.

DUSSELDORF

Li paytexta eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê Dusseldorfê, 8'ê Adarê hat pîrozkirin.

Çalakî ji aliyê YJK-E, CENÎ, Gulumseyen Kadinlar (Jinên Rûken) û Coûrage ve hat organîzekirin. Di vê çarçoveyê de jinan ji ber DBG-Haûsê dest bi meşê kirin û piştî meşeke bi qasî saetekê li Bûrgplatzê mîtîngek pêk anîn. Koma Dengê Xwezayê jî li vê derê derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Li ser navê YJK-E Nûda Mêrdîn daxuyaniyek da û 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jinên Kurd, jinên têkoşer û tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.

Di axaftina li ser navê Partiya MLPD de berxwedana jinên Kurd hat silavkirin û hat ragihandin, têkoşîna li Bakurê Kurdistanê lihemberî rêveberiya faşîst a Erdogan bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin, di heman demê de têkoşîna li hemberî sîstema desthilatdariya mêr e. Di daxuyaniya li ser navê Coûrage de jî banga yekîtiyê li jinan hat kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi pêşengiya komeleya jinên Kurd AVESTA çalakiya 8'ê Adarê hat lidarxistin. Tevî jinên Kurd, jinên Tirkiyeyî û Awûstûryayê beşdarî çalakiyê bûn.

Jinên li meydana Chrîstîan Broda Platzê li hev civiyan, di ser Marîahîlferstrasse heta cihê mîtîngê meşiyan. Di meşê de berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya jinan hat silavkirin û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, hat silavkirin. Li ser terora dewleta Tirk û berxwedana jinan a li dijî êrîşan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Însiyatîfa Jinê ya Marîgnane çalakiya 8'ê Adarê hat lidarxistin.

Jinên li meydana Canabîere li hev civiyan, dowîzên ji reng û sembolên jinan hilgirtin û heta meydana Vîeûx meşiyan.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Gulê Aydemîr li vir peyivî û got, "Meşaleya têkoşînê ya jinên li New Yorkê li ber xwe dan, îro li Kurdistanê di destê jinên Kurd de ye."

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê, jinên Kurd û Tirkiyeyî, bi wesîleya 8'ê Adarê, meş û mîtîngeke hevpar lidar xistin. Jinan di dema meşê de kart û gule li jinan belav kirin. Jinan bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û banga hişyariyê kirin.

Li Hollandayê duyemîn pîrozbahiya 8'ê Adarê wê roja 8'ê Adarê li bajarê Amsterdamê bê lidarxistin.

...