BI DÎMEN

Li Ewropayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin: Jinên Kurd li qadan e

Li Elmanya, Swêd û Norweçê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Jinên Kurd bi berzkirina dirûşmeyan beşdarî meşan bûn.

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi hezaran jin ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Marîenplatzê hatin ba hev.

Jinên Kurdistanî jî bi pankart û berzkirina dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî YPJ” beşdarî meşê bûn. Di meşê de bal hat kişandina ser tundî, mêtingerî û faşîzma li dijî jinê. Gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) axaftin hate kirin.

Çalakî bi dans û konserê dewam kir.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê 10 rêxistinên jinan meşa 8’ê Adarê organîze kirin. Meş bi dirûşmeya “Em bi Jin Jiyan Azadî, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” hate lidarxistin. Şahî li Sergels Torê hate lidarxistin. Meclîsa Jinan a Amarayê koroyek ava kir û strana ‘Bella Cîao’ bi Kurdî hate gotin.

Di peyamên saziyên jinan de qala girîngiya têkoşîn û rêxistinbûneke hevpar hate kirin.

Piştî peyamên saziyên jinan hatin xwendin, ber bi Qada Gûstaf Adolfsorg ve meş hate kirin.

Meş bi coş dewam kir û bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Tundiya li dijî jinê polîtîk e”, “Em di kolanên xwe zayendperestan naxwazin”, “Bedena min e, biryara min e” û “Na, na ye” hatin berzkirin.

OSLO

Li paytexta Norweç Osloyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Bi hezaran kes li qada karker (Yoûngstorget) hatin ba hev û meşiyan. Li Osloyê dirûşmeya sereke ya îsal, “Nehêlin ku mêr jinan bikujin” bû.

Li Yoûngstorgetê bi banga saziyên jinan, çêkerên femînîst, sendîka, komele û partiyên siyasî şahiya 8’ê Adarê hate lidarxistin.

Platforma Jinên Kurd a Norweçê û NCDK jî beşdarî mîtîngê bûn. Jinên Kurd wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Emîne Kara hildan.